Şervanên YPG’ê Osman û Dilgêş hatin oxirkirin
Şervanên YPG’ê Osman û Dilgêş hatin oxirkirin
Şervanên YPG’ê Osman û Dilgêş hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Mustafa Osman û Hişman Îsa Dilgêş ku di şerê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şaredariya Pirsûsê bi girseyî hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Mustafa Osman û Hişman Îsa Dilgêş ên di şerê li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi girseyî hatin definkirin. Cenazeyên Osman û Dilgêş, bi girseyî ji nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin wergirtin û li Goristana Şaredariya Pirsûsê hatin definkirin. Girseyê cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirtin û heta goristanê darbest li ser milê xwe kirin û meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Girsê piştî definkirinê li ser gorê rêzgirtin û axaftin hatin kirin. Girsê piştî cenaze defin kirin dîsa bi heman dirûşman heta nexweşxaneyê meşiyan û belav bûn.