Şervanê YBŞ’ê Atko ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin

Şervanê YBŞ’ê Atko ji aliyê sedan kesî ve hat oxirkirin

Şervanê YBŞ’ê Qasim Xwodeda Atko yê li Şengalê di şerê li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da ji aliyê sedan kesan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)’ê Qasim Xwodeda Atko yê li bakurê Şengalê di şerê li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da li Şehîdgeha Şebîl Qasim hat defnkirin.

Cenazeyê Atko bi dirûşmayên,  “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” anîn Şehîdgeha Şebîl Qasim. Di merasîmê de li gel fermandar û şervanên YBŞ, HPG û YJA Star bi sedan kes amade bûn.

Li Şehîdgeha Şebîl Qasim destpêkê ji bo Atko merasîmek hat lidarxistin. Yek ji fermandarên YBŞ’ê Dilşêr Herekol di axaftina xwe ya merasîmê de got, “Her şehîdekî me yê nû şopdarên berxwedana ji dîrokê tên. Li van xakan gelek destan hatin nivîsandin. Gelek komkujî pêk hatin. Eger îro em behsa berxwedana rêhevalê me Qasim ê şopdarê Derwêşê Evdî dikin, ji ber ruhê berxwedêr ê ji dîroka me tê.

Bila dost û dijminên me vê baş zanibin ku van xakan ti carî serî ji dagirker û zaliman re netewandiye. Wê ji îro û şûn ve jî netewîne. Berxwedana rêhevalê me Qasim îspata vê ye. Rêheval Qasim bêrûmetî û teslimiyet qebûl nekir, serî rakir. Heta dawiyê şer kir û şehîd ket. Divê em li derdora armancên rêheval Qasim bibn yek û têkoşînê pêş bixin. Di rêya serkeftinê de em tu rêyeke din qebûl nakin. Ji bo azadiya Şengalê divê em têkoşîna rêhevalê xwe Qasim pêş bixin û layiqî wî bin. Lewma divê em bi hev re tevbigerin. Em soz didin, em ê yekîneyên berxwedana Şengalê mezin bikin û layiqî rêheval Qasim bin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ji bo azadiya Şengalê şer bikin. Divê ciwanên Şengalê rêya bi rûmet a rêheval Qasim hilbijêrin. Ya layiqî dîroka me ev e. Em careke din li pêşberî şehîdên xwe soza xwe nû dikin. Heta Şengal Azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftina Herekol, wecîbeyên olî yên cenazeyê şervanê YBŞ’ê Qasim Xweodeda Atko hatin kirin û spartên axê.