Şer û pevçûnên li Kobanê bi dijwarî didomin
Şer û pevçûnên li Kobanê bi dijwarî didomin
Şer û pevçûnên li Kobanê bi dijwarî didomin
Li Kobanê ji danê êvarî ve şer û pevçûnên zêde bûn, her diçe dijwar dibin. Hat ragihandin ku bi taybet li nuqteya ku deriyê sînor lê ye û li eniya rojhilat gelek çeteyên DAIŞ hatine kuştin.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, danê êvarî çeteyên DAIŞ li hember Deriyê Sînor ê Murşîtpinar û derdora wê êrîşeke dijwar pêk anîn. Li hember êrîşa çeteyên DAIŞ a bi roket, hewan û çekên giran şervanên YPG/YPJ’ê bi berxwedaneke mezin bersiv dan. Di şer û pevçûnan de teqînan rû da.
Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku gelek çeteyên DAIŞ hatine kuştin.
Piştî şer û pevçûn dijwar bûn, balafireke aîdî hêzên koalîsyonê li hember nuqteyeke çeteyên DAIŞ a li nêzî deriyê sînor êrîş pêk anî. Şer û pevçûn piştî bombardûmanê demekê rawestiyan, paşê careke din bi dijwarî dewam kirin.
Şer û pevçûn ku li nuqteyên nêzî Murşîtpinar zêde bûne, çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku li tevahiya eniya rojhilat şer û pevçûn hene.
Li gel vê hêzên Pêşmerge yên bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re hatine şandin hê derbasî Kobanê nebûne. Mijara wê hêzên Pêşmerge kengî derbas bibin hê ne diyar e.