Sariyildiz: Ji DAIŞ'ê re ser seran, ji Kurdan re kuştin
Sariyildiz: Ji DAIŞ'ê re ser seran, ji Kurdan re kuştin
Sariyildiz: Ji DAIŞ'ê re ser seran, ji Kurdan re kuştin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, bûyera Mûstafa Xelîl ê li ser sînorê Tirkiye-Kobanê di encama gulereşandina leşkerên Tirk de bi xedarî birîndar bû, ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsî. Sariyildiz got, "Înfazên li ser sînorê Rojava, gelo encameke polîtîkayên hikûmetê yên nenaskirin û bi tenê hiştina Rojava ye?"
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bûyera ciwanê bi navê Mûstafa Xelîl ê li ser sînorê Tirkiye-Kobanê di encama gulereşandina leşkerên Tirk de bi xedarî birîndar bû, xist rojava Meclîsê. Sariyildiz di pêşniyar pirsa nivîskî ya pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala kir de anî ziman ku dewletê sînorê ku destûra derbasbûna DAIŞ û hêzên paramîlîter ên mîna wê dide, ji bo Kurdên ji şer direvin, veguherandine sînorên mirinê.
'GELO ÎNFAZ ENCAMA NENASKIRINA ROJAVA YE?'
Sariyildiz ji Ala xwest bersiva van pirsan bide:
"-Rojavayiyê bi navê Mûstafa Xelîl, tevî ku sînor binpê nekir û li cem wesayîta xwe bû, çima rastî gulereşandina leşkerên Tirk hat?
-Der barê bûyerê de lêpirsîneke edlî û îdarî hatiye destpêkirin? Serî li îfadeya leşkerên di roja bûyerê de li ser sînor wezîfedar hatiye dayîn yan na?
-Di dema bûyera birîndarkirina Mûstafa Xelîl de kamerayên termal ên li ser kar hebûn? Eger hebûn, qeydên van dîmenan hatin lêkolînkirin?
-Tevî ku tê zanîn mirovên ji Kobanê tên, ji êrîşên hov ên DAIŞ'ê direvin, çima gule li wan tê reşandin?
-Ji bo pêşî li înfaz û birîndarkirinên kêfî yên li ser sînor bên girtin, ti xebateke ku wezareta we dimeşîne heye? Înfazên li ser sînorê Rojava tê kirin, gelo encameke polîtîkaya hikûmetê ya nenaskirin û bi tenê hiştina Rojava ye?
-Lêpirsînên der heqê bûyerên 2 salên dawî yên kuştina Rojavayiyên li ser sînor de, di kîjan astê de ne? Lêpirsînên veguherîne dozê hene? Eger hebe di vir de çend wezîfedarên dewletê tên darizandin?
-Di dema hikûmeta we de çend kes li ser sînor hatin kuştin? Ev bûyerên kuştinê li kîjan bajaran çiqas e?"