Salih Yîgît ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Salih Yîgît ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Salîh Yîgît ê şevê din di çalakiya şermezarkirina operasyona leşkerî ya li Çiyayê Cûdî de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin ji aliyê deh hezaran ve bi dirûşma "şahîd namirin" hat definkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi deh hezaran welatiyan cenazeyê Salih Yîgît ku şevê din di çalakiya şermezarkirina operasyona leşkerî ya li Çiyayî Cûdî de bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dabû, bi dirûşma, "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Şevê din leşkerên Tirk li Çiyayê Cûdî operasyoneke leşkerî dabûn destpêkirin û li ser vê li Taxa Başakê ya Silopiya bûyer derketibûn. Polîsan guleyên rast bikar anîbûn û di encamê de ciwanê bi navê Salih Yîgît jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku malbata Yîgît û endamên MEYA-DER'ê cenazeyê Yîgît ji Tiba Edlî ya Amedê wergirtin bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê anîn Mizgefta Şehîdan ya li taxa Cûdî.

Girseya di nav de Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Şirnex Selma Irmak, hevserokên Rêxistinên DBP'ê yên Şirnex, hevşaredarên bajar, navçe û bajarokên Şirnex, endamên MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, gelek endamên Saziyên Civaka Sivîl û bi deh hezaran welatiyên li ber Mizgefta Şehîdan kom bûn bi dirûşm, çepik û tilîliyan cenazeyê Yîgît pêşwazî kirin.

Kolana ku bi deh hezaran welatî lê kom bûn bi alên KCK'ê, PKK'ê, YPG'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Yîgît xemilandin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Yîgît ji aliyê ciwanan ve bi alên KCK'ê hat pêçandin û hildan ser milê xwe bi deh hezaran welatiyan re ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Yenîşehîrê ve meşiyan. Di meşê de alên KCK'ê, PKK'ê, YPG'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Yîgît hatin hilgirtin û dirûşmayên, "Şehîd Namirin" , "Rêheval Salih nemir e" ,"Bijî Serok Apo" , "Ey şehîd rêya te rêya me ye" , "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin berzkirin.

Piştî ku girseya heybet gihişt goristanê cenazeyê Yîgît bi dirûşma, "Şehîd namirin" spartên axê û welatiyan sirûda "Ey Reqîb" xwend û rêzgirtin pêk anîn. Piştî rêzgirtinê Endamê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mele Qasim Yîgît axivî û got ku şagirtên DAIŞ'ê bi awayekî hovane ciwanê wan qetil kirin. Yîgît diyar kir ku Salih Yîgît di rêya heqîqet û azadiyê de şehîd ketiye. Yîgît herî dawî li ser navê Malbatên Şehîdan spasiyên xwe ji bo xwedîderketina gelê Botanê ya li şehîdan kir û ji malbata Salih Yîgît re sersaxî xwestin.

Piştî Yîgît Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û sersaxî ji maltaba Salih Yîgît, Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û rêhevalên Salih Yîgît re xwestin. Irmak diyar kir ku gelê Kurd şehîdên xwe ne li axê dispêrên dilê xwe û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê û destbirayên DAIŞ'ê bila bizanim ku Salih nayên jibîrkirin. Qetlîama ku we kiriye em ji bîr nakin, em dizanin ku ew guleya we bi zanebûn hatiye Salih dîtiye. Bila tu kes ne me, ne jî xwe bixapîne."

Irmak da zanîn ku hêzên provakator dixwazin keda Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya pêvajoya aştiyê vale derxînin û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Ev hêz dixwazin careke din weke 12'ê Îlonê, weke salên 1990'an Kurdistanê bikin qada şer, qada cehennemê. Lê Serokê me, di nav behrê de, di nav çar dîwaran de bi kedeke mezin van muzakereyan dide meşandin û ew ê bi ser bikeve."

Irmak diyar kir ev hêzên provakator çi bikin bila bikin ew dev ji muzakereyan, dev ji destê Serokê xwe bernadin û axaftina xwe wiha domand; "Provokasyonên we, polîsên we yên qatil, hikûmeta we ya derewîn,  me ji rêya me venagerîne. Hûn ê weke delalan li ser masê rûnin, xwestekên Birêz Ocalan qebûl bikin, xwestekên gelê Kurd qebûl bikin û hûn ê weke delala bibînin ku Kurdistana Xweser ava bûye." Irmak di dawiyê de bang li gelê Botanê kir ku li hember provokasyonan hişbar bin û neyên provokasyonên tu hêzan.

Piştî Irmak bavê Yîgît, Şahîn Yîgît jî bîlêv kir ku kurê wî şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê û spasiyên xwe ji welatiyan hazir re kir. Piştî axaftinan girse bi çepik, tilîlî û dirûşman belav bû.