Rêveberên DÎVES li Pirsûsê ne

Rêveberên DÎVES li Pirsûsê ne

Heyeteke ku ji rêveberên Sendîkaya Kedkarên Diyanet û Weqfê pêk tên, ji bo rewşa Kobaniyan li cihê wê bibînin hat Pirsûsê.

Rêveberên Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Diyanet û Weqfê (DÎVES) ji bo rewşa welatiyên Kobanê ên ji ber êrîşên DAIŞ warê xwe terikandine li cihê wê bişopînin hatin Pirsûsê. Heyeta ji Serokê Giştî yê DÎVES Şukru Akilçagi, rêveberê Navenda Giştî ya DÎVES Mehmet Ferît Tûran û Mehmet Necîp Ogûz pêk tê destpêkê bi endamên maseya krîzê û di heman demê de endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Mehmet Doymaz re rûnişt. Di hevdîtina li avahiya DBP’ê de Doymaz der barê Kobanê û welatiyên Kobanê de agahî dan heyetê.

Serokê Giştî yê DÎVES Şukru Akilçagi ê paşê axaftinek kurt kir got, “Çeteya hov DAIŞ qaşo îdîa dike ku li ser navê Mislimantiyê cîhadê dikin, lê belê li holê ye ku ev dagirkerî zilm û komkujiyek e.” Akilçagi diyar kir ku, divê hikûmet li hember komkujiyek ku rû bide wek temaşevan nemîne û tiştên pêwîst bike.

Heyet paşê wê hin rêzehevdîtinan pêk bîne û konbajar ziyaret bike.