PYD'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir
PYD'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir
PYD'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku îlankirina 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê qonaxeke nû ya serketina dîplomasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û bang li hemû endam û alîgirên xwe kir ku bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê bibin.
Daxuyaniya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wiha ye:
"Îlankirina roja 1'ê Mijdarê wekî ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ guhertineke stratejîk di têkiliyên navneteweyî li hemberî dozên veguherînên li Sûriyeyê û bi taybet doza Kurd e. Her wiha qonaxeke dîrokî ye di raya giştî de û pênasekirina têgeha 'Rastiya berxwedana lehengî ya Kobanê rastiya vîna civakî ya parastina gel e'. Berxwedana bênavber û bêsînor a Kobanê ranewestiya û tenê li cihê xwe jî nema, lê belê derket nava cîhanê û parastina nirxên mirovahiyê li cîhana azad li hemberî rêxistina herî 'terorîst' DAIŞ derket.
Hêzên YPG/ YPJ’ê û Burkan El-Firat di roja yekemîn a berxwedana Kobanê de armanc ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û aliyên piştgiriya wan dikin nas kirin. Hêzên YPG/ YPJ’ê û Burkan El-Firat nûnertiya parastina rewa û parastina nirxên mirovahiyê û jiyana hevbeş dikin û li gorî projeya serhildana civakî ku bi neteweya demokratîk pêkhatiye ango Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya welatiyên azad ên hemû pêkhateyan dikin. Projeyeke bi vî rengî ji bo berjewendiyên hin aliyan ku mafê gelan binpê dikin û çarenûsa wan qebûl nakin, metirsiyek e. Li ser vê yekê van aliyan planên xwe li dijî vîna gelan dane destpêkirin. Berxwedana li Kobanê hatiye meşandin hemû projeyên desthilatdar ku dijminahiya vîna gelan dikin, yek li pey yekê li pêşiya çekên berxwedêrên YPG’ê û YPJ’ê hilweşiyan û qonax li gorî daxwaza gel veguherî. Berxwedana Kobanê bi dersên ku çarenûsa gelan bi êrîşên hovane têk naçe, dagirtî bû. Çeteyên DAIŞ’ê ku çekên giran û pêşketî û hezaran çeteyên ku ji cîhanê komkirine êrîş kirin, tev vê yekê jî nikarî armanca hêzên tarî pêk bianîna. Berevajî vê yekê Berxwedana Kobanê ya li dijî Naziyên serdema nû û projeya wan a hilweşandinê ku cewhera xwe ji şovenîstê digire, bi ser ket.
Israra gelên azad ên cîhanê ku bibin beşekî ji berxwedana Kobanê ji bo parastina nirxên mirovahiyê li dijî porjeya nemirovî, pêngaveke nû di serketina dîplomasiya Rêveberiya Xweseriya demokratîk û rewabûna wê ya navnetewî de ye. Ev proje çareseriya herî guncaw ji bo derbaskirina aloziya Sûriyeyê ye û dê hemû dozên Sûriyeyê û di serî de doza kurdî çareser bike. Li aliyekî din beşdarbûna jinan di berxwedana leheng a Rojavayê Kurdistanê de, rola jinan di parastina nirxên mirovahiyê de sernavê herî berçav bû û dengê Rojava li tevahî cîhanê belav kir. Jinên azad ên berxwedêr veguhertina civakê bi awayekî pratîk di çalakiya Şehîd Arîn Mîrxan û hevalên wê de diyar kirin. Şehîdên berxwedana YPG/YPJ’ê bi xwîna xwe ayetên berxwedana dîrokî di dîroka gelan de nivîsandin.
Em wekî PYD’ê rola hemû saziyên civaka sivîl ên cîhanê û hemû kesayetên rewşenbîr û ramiyar ku ji bo 1’ê Mijdarê bibe Roja Kobanê ya Cîhanê silav dikin. Di heman demê de em bang li hemû endam û alîgirên partiya xwe dikin ku dabikevin qadan û bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên Rojava Kobanê ya Cîhanê bibin. Em bang li hemû partiyên Kurdî û Kurdistanî û partiyên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ku biratiya gelan dikin ku piştgiriya berxwedana Kobanê bikin.
Em careke din soza xwe dubare dikin ku heta veguhertineke demokratîk û jiyana hevbeş pêk tê têbikoş in. Em ê rêya ku şehîdên YPG’ê û YPJ’ê bi xwîna xwe ronî kirine bişopînin.”