Polîsan li Qoserê êrîş li meşê kir

Polîsan li Qoserê êrîş li meşê kir

 Li Qoserê polîsan piştî meşa ji bo Kobanê hate lidarxistin êrîş li girseyê kir.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Qada Newrozê bi tevlîbûna deh hezaran kesan di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî li dar xist. Girseya piştî çalakiyê ber bi Qada Azadiyê ve dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîş li girseyê kir û di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin.

Pevçûn hê didomin.