Pîra Rindê: Ez dixwazim demildest vegerim Kobanê
Pîra Rindê: Ez dixwazim demildest vegerim Kobanê
Pîra Rindê: Ez dixwazim demildest vegerim Kobanê
Bi hezara Kobaniyên di encama êrîşên DAIŞ’ê de ji cihê xwe bûn di nava şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û pîra Rindê Îbo ya 70 salî ku ji gundê Elîşar a Kobanê hat Pirsûsê bi tena serê xwe di konekî de ye. Pîra Rindê ku ji ber nexweşiyê lingekî wê hatiye jêkirin û kurekî wê di nava YPG’ê de têdikoşe , kurekê wê yê din li Lubnanê û yek jî li Elmanyayê ye. Pîra Rindê diyar dike ku ew demildest dixwaze veger warê xwe.
Welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji warê xwe bûn di nava şert û mercên dijwar de dijîn. Li konekî jiyanek cuda heye û trajediyek dertê holê. Yek ji vê trajediyê ya pîra 70 salî Rindê Îbo ye. Dayika Rindê Îbo li konbajar ê Arîn Mîrxan dimîne. Dayika Rindê Îbo ku guhê wê baş nabihîze hemû hewcedariyên wê cîranên wê tînin cih. Dayika Rindê ku 6 meh berê ji ber nexweşiya şekir lingê wê hat jêkirin, du zarokên wê ji ber şer çûne welatên cuda û yê herî biçûk jî tevlî YPG’ê bûye.
KURÊ WÊ YÊ BIÇÛK TEVLÎ YPG’Ê BÛYE

Pîra Rindê diyar kir ku ji ber nexweşiyê nikare xwarina ku li konan tê belavkirin bixwe û got ku poşmane ku ji Kobanê hatiye û wiha got: “6 meh berê ji ber nexweşiyê lingê min jêkirin. Ez nikarim tiştekî bikim. Bi alîkariya cîranên xwe hatim vir. Du zarokên min çûne welatên din. Yek çûye Lubnanê û yê din jî çûye Elmanyayê. Yê min ê biçûk Selîm jî tevlî YPG’ê bûye. Ez tenê mam.
GOTINA WÊ YA DAWÎ

Pîra Rindê ku tenê li kon dijî diyar kir ku ew ji ber ku nexweşa şekir e sê roje nikare xwarinê bixwe û got: “Dema ez xwarinê dixwim birînên min diêşin. Ez dixwazim demildest vegerim axa xwe û li wir bimirim.”
