Peyama ji sînor ‘Li ber xwe bide Kobanê em bi te re ne’

Peyama ji sînor ‘Li ber xwe bide Kobanê em bi te re ne’

Bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê bi deh hezaran kes herikîn gundê Mehser ê nobeta berxwedanê lê tê girtin. Bi dirûşmaya ‘Her der serhildan her der Kobanê’ berxwedana Kobanê silav kirin û gotin, ‘Li ber xwe bide Kobanê em bi ter e ne’.

Bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê bi deh hezaran kesên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatine herikîn gundê Mehserê ya ku nobeta berxwedanê tê girtin. Bi hezaran kesên ku li gundê Miseynterê kom bûn bi alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û ber bi gundê Mehserê ve herikîn. Girse ya ku di nav de hevparên Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê, HDP, DBP, EMEP, ESP, EMP, SGD, DAF, ODP, KESK, TMMOB, ÎHD, Meclîsên Gel, Kaldiraç, Mucadele Bîrlîgî, Partîzan, Turkiye Gerçegî, Eniya Ked û Azadiyê YDG-H û DODEF jî di nav de li gundê Dewşenê kom bûn. Girseya ji du aliyan ber bi gundê Mehserê ve meşiyan dirûşmên "Kobanê wê ji DAIŞ'e re bibe goristan" "Bijî Serok Apo", "Her der Kobanê her der serhildan" "Yek e yek e Kurdistan yek e" berz kirin û pankarta "Em bi jinên ku bûn Arîn ve sînoran rakin" "Bi ruhê Arîn Mîrxan dê Kobanê azad bibe" vekirin. Di ketina gundê Mehserê de bi deh dezaran kesan bi tîlîlî û çepikan ketin Mehserê.

Di tevahiya meşê de bi yek dengî dirûşmeya ‘bîjî YPG, bîjî YPJ’ hatin gotin. Li gundê Mehser ê girse lê kom bû bafiroka kesk û sor û zer a posterê Rêberê Gelê Kurd pêve hat firandin

LI BER XWE BIDE KOBANÊ EM BI TE RE NE 

Piştî meşê parlamentera serbixwe Aysel Tugluk xîtabê girseyî kir û got, "Kobanê berxwedana hemû mirovatiyê ye. Ji ber wê bi milyonan kes li berxwedana wê xwedî derdikevin û dibêjin 'Li ber xwe bide Kobanê em bi te re ne.' Berxwedana wan bi tîpên zêrîn li dîroka mirovatiyê hat nivîsandin. Dilê her kesê alîgirê mirovatiyê li Kobanê lê dide." Tugluk axaftina xwe bi dirûşma, Bîjî YPG, bîjî YPG û bîjî Serok Apo bi dawî kir.

ŞERVANA YPG’Ê: BI XWÎNA ŞERVANÊN YPG Û YPJ'Ê  SÎNOR BÊ WATE BÛ

Piştî axaftina Tugluk şervaneke YPJ’ê ya li Kobanê li dijî DAIŞ şer dike bi telefonê ku beşdarî mîtîngê bû got ku, li çar aliyên cîhanê piştgiriya ji wan re tê dayîn bî wate ye û bi xwîna şervanên YPG û YPJ'ê 48 roj in li ber xwe didin û sînor bê wate bûne. Şervana YPJ’ê got, "Bi hêviya ku em ê gelê me yê sînor di Kobanêk azad de hembêz bikin, bijî YPG û YPJ."

Piştî axaftina şervana YPJ'ê girseyê bî çepik û dirûşman bersiv dan.