Pêşmergeyên li Çûkobîrlîkê amadekariya ji bo Kobanê dikin

Pêşmergeyên li Çûkobîrlîkê amadekariya ji bo Kobanê dikin

10 rayedarên pêşmergeyan ketin Kobanê û pêşmergeyên li Çûkobîrîk a li ser rêya deriyê sînor jî ji bo derbasî Kobanê bibin amadekariyan dikin.

10 rayedarên pêşmergeyan ên 150 pêşmergeyên li Çûkobîrlîk a li ser rêya Deriyê Sînor a Murşîtpinarê tên sekinandin bi rayedarên YPG’ê re ji bo hevdîtinê bikin derbas bûn. Hêzên pêşmergeyan ji bo derbasî Kobanê bibin amadekariyên dawî dikin. Pêşmergeyên ku li baxçeyê depoya Çûkobîrlîk tên sekinandin hat dîtin ku di nav tevgereke zêde de ne. Hinek pêşmerge çekên xwe kontrol dikin û hinek jî wesayîtên xwe tijî benzîn dikin.

Tê payîn ku hêzên pêşmergeyan di nava rojê de wê ji deriyê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bibin.