Pêşmerge li ser sînor tê sekinandin
Pêşmerge li ser sînor tê sekinandin
Pêşmerge li ser sînor tê sekinandin
Pêşmergeyên ji bo biçin Kobanê duh ketin ser rê, gihaştin Pirsûsê. Pêşmergeyên ku li tesîsên Çûkobîrlîk ên li ser rêya Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên sekinandin, tê payîn ku îro kom bi kom derbasî Kobanê bibin.
Piştî koma ji 85 kesan a bi rêyên hewayî hat, îro danê sibê saet di 3:30 de koma ji 65 pêşmergeyan bi çekên xwe gihaşt Pirsûsê. Pêşmergeyên ji rêya bejahî hatin, li Çûkobîrlîkê li cem pêşmergeyên din bicih bûn. Hemû rêyên xeta sînor ji aliyê leşker û polîsan ve hatine girtin. Mirovên xwestin bi wesayîtên xwe biçin ser xeta sînor, bi bombeyên gazê hatin astengkirin.
Tê payîn ku hêzên Pêşmerge îro derbasî Kobanê bibin. Hat hînbûn ku çekên Pêşmergeyan bi xwe re anîne, wê parçe bi parçe derbasî Kobanê bên kirin.