Pêşmerge ber bi Kobanê ve bi rê ketin

Pêşmerge ber bi Kobanê ve bi rê ketin

Hêzên Pêşmerge ku sê roj in li ser sînorê Kobanê tên ragirtin, ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ve bi rê ketin. Pêşmerge li gel çek û cebilxaneyên bi xwe re anîbûn ber bi Kobanê ve bi rê ketin û dirûşmên “Bijî Kobanê” gotin.

Hêza Pêşmergeyan a ji 160 kesan pêk tê, ku beriya sê rojan ji Başûrê Kurdistanê bi rêya hewayî û bejahî gihiştin Rihayê, sê roj in li ser sînorê Kobanê di depoya Çukobîrlîkê de tên rawestandin, ber bi Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê ve bi rê ketin. Beriya pêşmerge bi rê bikevin tedbîrên ewlekariyê hatin berfirehkirin.  Endamên tîmên taybet li derdora Depoya Çukobîrlîkê hatin bicihkirin û nehiştin çapemenî dîmenan bigirin.

Hêzên pêşmerge li gel çek û cebilxaneyên bi xwe re anîn, ber bi Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê ve bi rê ketin. Hate dîtin ku moralê pêşmergeyan baş û alên Herêma Kurdistanê vekirin û dirûşmên, “Bijî Pêşmerge”, “Bijî Kobanê” û “Kobanê Azad Dibe” qîriyan. Balkêş bû ku serê wesayîtên ku çekên giran li ser bûn bi temamî hatibûn vekirin.