Nasnameya 2 gerîlayan hat aşkerakirin

Nasnameya 2 gerîlayan hat aşkerakirin

Komîteya Şehîdan a PKK’ê nasnameya du gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Di nameya ku ji malbetên Yilmaz û Ildiri re hatiye nivîsandin Komîteya Şehîdan a PKK’ê got, “Em êşa we ji dil û kûrahî  parve dikin û wek hevalên wî yên çekê, herî kêm bi qasî we vê êşê hîs dikin û em dixwazin ku hûn vê bizanin. Em hewl didin ku vê êşê bi bilindkirina xeta têkoşîna hemû şehîdên xwe bi layiq bînin cih.”

Di nameyên bi ala PKK’ê de hat diyarkirin ku ji ber şert û mercan dest nedane di xwegihandina adresan de derengmayîn çêbûye."

Komîteya Şehîdan a PKK’ê diyar kir ku gerîla Fadil Ildiri (Kemal), di sala 1995’an li Heftenîn di şerekî li hember artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest daye.

Gerîlayê bi navê Huseyîn Yilmaz (Necmî Colemêrg) jî li navçeya Çemîşgezek a Dêrsimê di şerekî li hember artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Şehîdan a PKK’ê di nameyê de wiha got, “Bila serê hemû gelê Kurd û yê we sax be. Em êşa we ji dil û kûrahî parve dikin û wek hevalên wî yên çekê, herî kêm bi qasî we vê êşê hîs dikin û em dixwazin ku hûn vê bizanin. Em hewl didin ku vê êşê bi bilindkirina xeta têkoşîna hemû şehîdên xwe bi awayekî layiq bînin cih. Em ji we kesên malbatê re jî  ji ber vê şehadetê sebrê dixwazin û ji we dixwazin ku hûn jî wisa nêz bibin." Komîteya Şehîdan a PKK’ê di nameya xwe de diyar kir ku tu gel bê berdêl nikare bigihêje azadiya xwe û bê têkoşîn û berdêl jiyaneke bi rûmet nayê heqkirin.

Komîteya Şehîdan a PKK’ê di nameyê de destnîşan kir ku bersiva herî rast a divê bidin şehîdên xwe ev e ku  gelekî azad û welatekî azad e. Komîteyê wiha berdewam kir: “Wan wekî din tiştek ji me nexwest. Em dizanin ku niha gorên gelek şehîdên me tune ne. Lê jixwe wan ji me ne gor, welatekî azad xwestibûn. Ji ber vê yekê bersiva me ya herî baş a ji bo wan ev e ku Kurdistana hatiye înkarkirin û tunekirin wek welatekî azad li navenda Rojhilata Navîn bi awayekî heybet bê avakirin! Yekane abîdeya ku şehîdên me wê karibin têde rehet bikin ev e. Sonda me ya ku her roj em dubare dikin û tu car em dij vê tevnagerin ev e."

Gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev in:

Fadil Ildir ê bi navê kod Kemal di 1975’an de li gundê Bafe ya Hezex a Şirnexê hatiye dinê û di 1991’ê de tevlî bûye. Di 1995’an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest daye.

Huseyîn Yilmaz ê bi navê kod Necmî Colemêrg li gundê Ozumcu ya Colemêrgê hatiye dinê û li Çemîşgezek a Dêrsimê jî di 8’ê Hezîrana 1999’an de bi sê hevalên xwe re şehîd ketiye.