‘Me zilm û hovîtiyeke wisa ti carî nedîtibû’

‘Me zilm û hovîtiyeke wisa ti carî nedîtibû’

Şemse Boza ya kurekî wê di nava refên YPG’ê de li dijî DAIŞ’ê şer dike û hevserê wê jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye revandin wiha got: “Li aliyekî ez bi zarokên xwe re rêya hevserê xwe dipêm, li aliyê din jî ez kurê xwe difikirim. DAIŞ’ê jiyana me serobino kir. Me zilm û hovîtiyeke bi vî rengî tu carî nedîtibû.

Şemse Bozan ku hevserê wê ji aliyê DAIŞ’ê ve hate revandin tu agahî jê negirtine. Kurekê wê jî di nava YPG’ê de şer dike û diyar kir ku hevserê wê 7 meh berê dema ji Lubnanê vedigeriya li bajarê Cisir ê Sûriyeyê hate revandin.

GOŞT JI BEDENA WÎ RAKIRIN

Boza ku bi 5 zarokên xwe re li Pirsûsê li konbajar dimîne wiha got: “Hevserê min dema ji Lubnanê dihat ji aliyê DAIŞ’ê ve hate revandin. Bi hevserê min re 14 kes revandin.hevalê wî hatin berdan lê wî ajokarî dikir. Îdîa dikin ku hevserê min YPG’î ye. Yên ji destê DAIŞ’ê reviyan îşkenceyên mezin dîtibûn. Ji bedena wan goş rakiribûn.”

JIYANA ME SEROBINO BÛ

Boza diyar kir ku tu agahî ji hevserê xwe negirtiye û wiha got: “Ez bi 5 zarokên xwe re li vir dimînim. Kurekê min tevlî YPG’ê bû. Em rêya hevserê min dipên. Li Aliyê din jî ez kurê xwe difikirim. DAIŞ’ê jiyana me serobino kir. Me zilmek wisa tu carî nedît. Em êdî nİkarin vê êşê rakin. Mal û xaniyên me şewitandin. Zarokên me qetil kirin.”