Malbatên girtî û hikûmxwaran çalakiya xwe bi dawî kirin
Malbatên girtî û hikûmxwaran çalakiya xwe bi dawî kirin
Malbatên girtî û hikûmxwaran çalakiya xwe bi dawî kirin
Malbatên girtî û hikûmetxwaran ên 3 roj in li xeta sînor di çalakiya nobetê de ne, diyar kirin ku ew ê li her qadê piştgiriyê bidin Kobanê.
Malbatên girtî û hikûmxwaran ên di bin pêşengiya TUHAD-FED'ê li gundê Mehserê tevlî nobeta berxwedanê bûn daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li qada gundê Mehserê hate dayîn de rêveberên TUHAD-FED, xizmên girtiyan û gelek welatiyên li sînor tevlî bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmayên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê." hatin berzkirin.
Li ser navê malbatan Serokê TUHAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun xwend û diyar kir ku 4 hezar girtiyan bi çalakiya gireva birçîbûnê ya di 15'ê Cotmehê de dan destpêkirin şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê ber xwe didin silav kirin. Aygun, anî ziman ku dê piştgiriya wan a ji bo Kobanê li her qadê berdewam bike.
Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.