Li Wanê terora polîsan!

Li Wanê terora polîsan!

Li Wanê piştî çalakiyên ji bo Roja Cîhanê ya Kobanê polîsan bi ser malan de girtin û jinek û zarokeke 10 salî derb kirin. Hate îdîakirin ku polîsan karkerê ku diçû mala xwe jî kirin wesayîta zirxî û bi kuştinê gef lê xwarin.

Li Wanê piştî çalakiya Roja Cîhanê ya Kobanê li gelek taxan çalakî didomin, polîsan li Taxa Xaçorte ya navçeya Îpekyolu û Taxa Suphanê ya navçeya Artemêtanê bi ser malan de girtin û gelek kes derb kirin û binçavkirin. Polîsan guleyên plastîk berdan rûye jina bi navê Remziye Kurt û zaroka 10 salî yê bi navê B.K. jî derb kirin. Jin û zarokê hatin derbkirin rakirin Newşexaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Kurt ê hate debkirin û tê tedawîkirin diyar kir ku polîsan bi awayekî hovane êrîşî wan kirine.

Kurt diyar kir ku polîsan bombeya gazê avêtine mala wan û guleya plastîk berdane rûyê wê û ew bûne hedefa polîsan. Kurt dest nîşan kir ku keça wê ya 10 salî jî ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin û polîsan li taxê teror meşandine.

Karkerê bi navê Abdullah Çîçek ê dema diçû mala xwe ji aliyê polîsan ve li wesayîta zirxî hate derbkirin û wiha got: "Polîsan bi wesayîtê pêşiya min girtin. 9 tîmên taybet bi dar û qontaxên çekan ve li min xistin." Çîçek îdîa kir ku polîsan bi kuştinê ew tehdît kirine.

Xizmên welatiyên ku li nexweşxaneyê tên dermankirin diyar kirin ku li nexweşxaneyê rapor xwestine lê nehatiye dayîn û li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandan. Welatiyan diyar kirin ku ew ê serî li dozgeriyê bidin û gilî bikin.

Li aliyê din hate hînbûn ku 2 kes hatine binçavkirin.