Li Swîsreyê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan
Li Swîsreyê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan
Li Swîsreyê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan
Li Swîsreyê ji her ziman, her çand û her gelî bi hezaran kes hatin cem hev û gotin, "Pêşeroja gelan li Kobanê ava dibe, divê her kes destekê bide berxwedana li Kobanê tê dayîn."
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê li bajarê Zurichê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan. Di meşê de li gel parlamenterên Partiya Sosyalîst a Swêısreyê, Partiya Komunîst, Tevgera Jinûve Avakirina Swîsreyê, Jinên Femînîst, Sefîrê El Salvador ê li Berlînê, komên çep sosyalîst ên Swîsreyî, nûnerên partiyên ji 4 parçeyên Kurdistanê yên li Swîsreyê, bi hezaran kes amade bûn.
Komên ku bi rengên xwe li Helvetiaplatzê kom bûn, bi pankart û dowîzên hilgirtî re berxwedana Kobanê silav kirin û bi qasî 3 kîlometreyan li navenda bajêr meşiyan. Di dema meşa ku ji aliyê çapemeniya Swîsreyê ve bi baldarî hat şopandin de, fîşekên hewayî jî hatin teqandin.
Li dû meşê li Helvetiaplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa cîhanê, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û rewşa dawî ya li Kobanê ragihand. Ebdûllah diyar kir ku çalakiyên li gelemperiya cîhanê hatine lidarxistin, hêz dane wan û destnîşan kir ku têkoşîna mafdar a li dijî barbaran, wê bi ser bikeve.
Piştre parlamenterê Federal ê Partiya Sosyalîst Carlos Sommuraga axivî û bi silavdayîna li şervanên YPG/YPJ'ê dest bi axaftina xwe kir. Sammuraga destnîşan kir ku îro dilê tevahiya cîhanê ji bo Kobanê lê dide û anî ziman ku têkoşîna li Kobanê tê dayîn bûye hêvî ji tevahiya gelên cîhanê re.
Sammuraga her wiha bal kişand ser têkoşîna PKK'ê ya li hemberî barbaran û destnîşan kir ku divê êdî dawî li şerma ragirtina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' bê anîn.
Di axaftinên piştî Sammuraga de bal hat kişandin ser têkoşîna Kobanê ya ji bo mirovahiyê û hat gotin ku divê destek ji Kobanê re bê dayîn.
Mîtîng li dû axaftinan, bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.





