Li sînorê Kobanê qedexeya kêfî ya leşkeran!
Li sînorê Kobanê qedexeya kêfî ya leşkeran!
Li sînorê Kobanê qedexeya kêfî ya leşkeran!
Leşkeran li xeta sînor a Pirsûsê li gundên Misaynter û Mehserê yên nobeta berxwedana digire jî di nav de li gelek gund jî hene çûn û hatin qedexe kirin. Leşkeran îdîa kirin ku pêkanîna navborî bi biryara walîtiyê xistine meriyetê. Parlamenterê HDP'ê Îbrahim Bînîcî yê ku bi Waliyê Rihayê Rihayê de hevdîtin pêk anîn diyar kir ku walî fermaneke wisa nedaye.
Çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê li gelek deverên cîhanê berdewam dikin. Nobeta piştgiriyê ya ji bo Kobanê li gundên li ser sînorê Pirsûsa Rihayê Misaynter û Mehserê jî didomin. Leşkerên Tirk jî ketina gundên li ser sînorê Pirsûsê qedexe kirin. Leşkerên li devera nêzîk gundên Boydê û Misaynterê hatin bicihkirin, destûr natin tu hemwelatî bikevin gundên li ser sînor. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbahîm Bînîcî ku derbasî gundê Misaynterê bû, rastî astengiya leşkeran hat. Bînîcî diyar kir ku leşkeran ji wan re goti ku walîtiyê talîmat daye wan û wiha got: "Ez bi walî Îzzettîn Kuçuk re bi telefonê awivîm. Lê walî îdîa kir ku talîmatek wiha nedaye leşkeran. Ji ber vê astengiyê bi neçarî em vegeriyan Pirsûsê."
Wesayîta nûçegihanên ajansa me DÎHA'yê tê de jî, dema diçû gundê Misaynterê ji hêla leşkeran ve hate rawestandin. Leşkeran heman hincet ji bo nûçegihanên me jî nîşan dan û îdîakirin ku bi talîmata walîtiyê ketina gund hatiye qedewekirin. Li ser vê yekê nûçegihanên me xwestin ku biryara walîtiyê bibînin. Lê ji ber ku leşkeran biryar nîşan neda nûçegihanên me bi gotina, "Em ne di dewleta hiqûqê de di dewleta we ya leşkerî de dijîn" berdek nîşanî astengkirinê da. Ji ber vê nerazîbûna nûçegihanên me leşkeran îdîa kir ku "Heqaret li memûrên dewletê hatiye kirin" û xwestin ceza ji nûçegihanên me re binivîsin. Nûçegihanên me yên hatin astengkirin vegeriyan Pirsûsê. Leşker destûrê natin kesên diçin Deriyê Sînor ê Mûrşîd Pinarê jî.