Li Sînor çalakiyên Roja Kobanê didomin

Li Sînor çalakiyên Roja Kobanê didomin

Berxwedêrên sînor ên li gundê Mehser û Misaynterê ku li xeta sînor bûn di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, bi tevlîbûna sedan kesên ku ji Stenbol, Meletî, Mereş û bajarên din hatin sînor re zincîra mirovahiyê çêkirin û berxwedana Kobanê silav kirin.

Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li gundê Miseynter û Mehser kesên ku di nobeta berxwedanê de ne, dest bi çalakiyan kirin. Ji Stenbol, Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Îzmîr, Bursa, Çanakkale, Sêwas, Çorum û gelek navendan bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.

Bi sedan kesî zincîra mirovahiyê çêkirin, di çalakiyê de mirovan destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê. Ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dabûn rêz hat girtin û berxwedana Kobanê hat silavkirin. Welatiyên cil û bergên neteweyî li xwe kirin alên PKK’ê hildan û dirûşmayên "Bijî Serok Apo" berzkirin. Piştî vê jî girse çû mala sersaxiyê ya Huseyîn Çelîk.

Çalakî ji gundên Dewşen û Miseynterê heta gundê Mehser wê bidome.