Li Şengalê çalakî: 4 çete hatin kuştin
Li Şengalê çalakî: 4 çete hatin kuştin
Li Şengalê çalakî: 4 çete hatin kuştin
NRÇ HPG, diyar kir ku hêzên gerîla li gundê Solak ê girêdayî Şengalê li hember 2 çeperên çeteyên DAIŞ çalakî li dar xistine. Di encama çalakiyê de çepereke çeteyan hatiye rûxandin û bi giştî 4 çete hatine kuştin. NRÇ HPG da xuyakirin ku 30’ê Cotmehê di çalakiya li Sînunê şervanekî YBŞ’ê jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NRÇ HPG) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku 1’ê Mijdarê (îro) saet 10.30’an gerîlayên HPG’ê li gundê Solak li hember du çeperên çeteyên DAIŞ çalakî li dar xistiye. Di encama çalakiyê de çeperekî çeteyan hatiye rûxandin û bi giştî 4 çete hatine kuştin.
NRÇ HPG diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan de cîhazek, detektorek, 2 şarjor û hin kelûpelên leşkerî ji aliyê gerîlayan ve hatine desteserkirin.
NRÇ HPG, ragihand ku di çalakiya 30’ê Cotmehê ya li Sînunê şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Şervanê jiyana xwe ji dest daye, Qasim Xwudêda Atko yê di sala 1979’an de li gundê Boruk hatiye dinyayê.