Li Şengalê 5 çete hatin kuştin

Li Şengalê 5 çete hatin kuştin

Hêzên HPG û YBŞ’ê li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ êrîşek pêk anîn. Di çalakiyê 5 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê û hêzên YBŞ’ê 30’ê Cotmehê li hember avahiyeke ku çeteyên DAIŞ têde çalakiyek li dar xistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên HPG ‘ê û hêzên YBŞ’ê bi çekên giran û ferdî li çeteyan dane û wiha hat gotin, “Li vir 5 çete hatin kuştin. Di vî şerî de şervanekî YBŞ’ê şehîd ketiye.”