Li Şemrexê 5 kes hatin girtin

Li Şemrexê 5 kes hatin girtin

Li Şemrexê ji 8 kesên bi sedema tevlî çalakiyan bûne hatibûn binçavkirin, 5 kes hatin girtin.

Li navçeya Şemrex a Mêrdînê danê sibehê Hamît Çoko, Serkan Akkuş (22), Nezîr Îlek (50), Dogukan Çavli (20), Nejat Tîtîz (30), Ekrem Yuş (39), J.K. (15), û R.D. (17) yên hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li midûriyeta polîsan, sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji kesên ku dozger bi daxwaza girtinê ew şandin dadgehê, Ekrem Yuş (39), Nezîr Îlek ( 50 ), Nejat Tîtîz (30), Dogukan Çavli (20) û Serkan Akkuş (22) bi sedema, "endamê rêxistinê” ne hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê. Hamît Çoko, J.K. (15) û R.D. (17) hatin berdan.

Welatiyên li ber avahiya edliyeyê kom bû, dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê" gotin. Serokê Rêxistina DBP’ê ya Şemrexê Mehmet Şik ê li vir axivî diyar kir ku gelê Kurd bi binçavkirin û girtinan nayê bêdengkirin û wiha got, "Em helwesta hikûmeta AKP’ê û Serokkomar Erdogan şermezar dikin. Wê gelê Kurd li têkoşîn û rûmeta xwe xwedî derkeve. Wê tu hêz û zext nikaribe wê rawestîne.”