Li Moskowê berxwedana Kobanê hat silavkirin
Li Moskowê berxwedana Kobanê hat silavkirin
Li Moskowê berxwedana Kobanê hat silavkirin
Kurdistaniyên li Moskowê dijîn, bi armanca silavkirina berxwedana Kobanê di civînekê de li hev civiyan.
Kurdistaniyên li paytexta Rûsyayê Moskowê dijîn, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li avahiya Mala Kurdan li hev civiyan. Civîna ku serok û nûnerên rêxistinê kurd ên li Moskowê lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpê kir.
Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê li Federasyona Rûsyayê Abdselam Elî û endama rêveberiya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) a li Federasyona Rûsyayê Fîdan Darîn di civînê de li ser berxwedana Kobanê û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê axivîn.
Adil Cotkar di axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana gelê Kurd vîna Kobanê derxistiye holê û got: "Gelê me li seranserê cîhanê ji bo piştgiriyê bide berxwedana Kobanê li ser piya ye û bi dengekî bilind navê Kobanê diqîre. Me jî dixwest li kolana li pêşberî Sefaretxaneyan yan jî li meydana herî mezin a Moskowê dengê berxwedana Kobanê biqîrin. Lê ji ber dewleta Rûsyayê bi ti awayî destûra çalakiya nade em neçar man ku bi civînan piştgiriya bidin berxwedana Kobanê."
Nûnerê PYD'ê yê li Federasyona Rûsyayê Abdselam Elî jî diyar kir ku ev nêzî 48 roj in li Kobanê berxwedanek mezin tê meşandin û got: "Gelê Kurd bi şervanên xwe û bi vîna xwe ya azad li dijî çeteyên DAIŞ ev nêzî 48 roj in berxwedanek bêhempa nîşan didin. Ev berxwedana gelê me di Rojhilata Navîn de destanek nû daye nivîsandin. Ji ber vê yekê îro di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de dengê xwe bi hemû welatê cîhanê dide bihîstin. Lewma neyarê gelê me îro ji her demê zêdetir êrîşî me dikin. Lê bila her kes bizanibe ku gelê Kurd bi vîna derxistiye holê re ti carî li bin nakeve û wê her dem bi pêş ve biçe."
Di dawiya civînê de jî endama rêveberiya YJA ya Federasyona Rûsyayê Fîdan Darîn axivî û got: "Jina Kurd îro xwe di hemû qadên civakê de daye îspatkirin. Bi taybet di berxwedana Kobanê de rola jinê û berxwedana şervanên jin raber dikin bûye mijara herî sereke ya medyaya cîhanê. Vîna jina Kurd îro li Kobanê derxistiye holê kes nikare biçûk bibîne û cidî negire.”
Piştî axaftinan kesên ku beşdarî civînê bûn li ser wateya rojê nêrînên xwe anîn ziman. Civîn bi helbesta Sadiqê Torî ya li ser berxwedana Kobanê bi dawî bû.