Li Kobanê ji YPG'ê û pêşmergeyan êrîşa bi koordîne

Li Kobanê ji YPG'ê û pêşmergeyan êrîşa bi koordîne

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şevê din li rojhilat û başûrê Kobanê li dijî çeteyan gelek çalakî hatine lidarxistin û di van çalakiyan de 43 çete hatine kuştin, gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê çalakiyên 24 saetên dawî ku YPG’ê li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêkanîne de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê dabûn destpêkirin di roja 48'an de dewam dikin. Çete bi israr van êrîşan didomînin û hêzên me bi êrîşên li dijî wan, derbeyên giran li wan dan û windahiyên wan çêbûn.

Li eniya bakur-rojhilatê Kobanê li herêma Kaniya Kurdan hêzên me êrîşî hin nuqteyên ku çeteyan dagir kiribûn kirin. Di van êrîşan de 14 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin. Hêzên me her wiha dest danîn ser 2 BKC, 2 B7 roketavêj, keleşnîkofek û gelek cebilxaneyên van çekan. Her wiha 3 cenazeyên çeteyên di destê hêzên me de ne.

Li Kolana Şaredariyê û li Qada Azadiyê duh bi şev şerê dijwar qewimî. Li her du deveran 7 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin.

Li eniya başûr jî hêzên me duh êvarê li dijî çeteyan êrîşek pêk anîn. Di encama vê êrîşê de 15 çete hatin kuştin. Piştî vê êrîşê li herêmê şerekî dijwar û bi mesafeyek nêzîk qewimî. Li vê derê jî 7 kuştiyên çeteyan hatin tesbîtkirin.

Hêzên pêşmerge ku tevlî berxwedana Kobanê bûn û hêzên me bi awayekî hevpar êrîşek pêk anîn. Duh êvarê li dijî çeteyên derdora Kobanê bicih bibûn bi fuzeyên Katûşa êrîşek pêk hat. Lê encamên vê êrîşê nehatin zelalkirin.”