Li Kobanê di 24 saetên dawî de 86 çete hatin kuştin

Li Kobanê di 24 saetên dawî de 86 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê di roja 45. a berxwedana Kobanê de, ji Reqa, Minbic, Cerablûs û Girê Spî (Til Ebyad) bi hêz û çekên nû êrîş kirin. Hemû êrîşên çeteyan ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin şikandin. Di şer û pevçûnên 24 saetên dawî de 86 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 45'an de dewam dikin. Navendê diyar kir ku komên çete ji Reqqa, Minbic, Cerablûs û Girê Spî (Til Ebyad) hêz û çekan teqwiye dikin û dest bi êrîşên nû dikin û destnîşan kir ku hemû êrîşên çeteyan tên şikandin û derbên mezin li çeteyan tên xistin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê de, li ser şer û pevçûnên 24 saetên dawî de ev agahî hatin dayîn:

LI ENIYA ROJHILAT 18 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya Rojhilat, li deverên Kaniya Kurdan, Kolana Şaredariyê û Qada Azadiyê, di navbera hêzên me û komên çete de, duh tevahiya rojê û şevê, şerê dijwar, sîng bi sîng dewam kirin. Şer bi êrîşên dijber rû da û çeteyan derbên giran xwarin. Ji ber ku li van deveran heta niha şer dewam dike encam nehatine zelalkirin. Bi qasî ku heta niha hatiye tespîtkirin li devera Kaniya Kurdan 4, li Kolana Şaredariyê 5 û li Qada Azadiyê jî 9 çete hatine kuştin.

LI ENIYA BAŞÛR DERBÊN GIRAN LI ÇETEYAN HATIN XISTIN: 54 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya başûr jî çeteyan êrîşek berfireh pêk anîne. Hêzên me bersivek tund dane vê êrîşê, demek dirêj şerê nêzik dewam kiriye. Bi qasî ku hêzên me tespîtkirine, di vî şerî de 54 çete hatine kuştin.

4 WESAYÎTÊN ÇETEYAN HATIN ÎMHAKIRIN: 14 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên me weke din, li dijî çeteyên ku li derdora Kobanê bi cih bûne jî çalakî pêk anîn. Li gundê Helinc ê başûrrojhilatê Kobanê di encama çalakiya şervanên me de wesayitek taksî tevî çeteyên têde hatiye rûxandin û 4 çete hat kuştin. Li gundê Îzea yê li eniya başûr jî di çalakiya hêzên me de wesayitek tevî çeteyên têde hatiye rûxandin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatine kuştin. Li gundê Minaze yê başûrê Kobanê jî 2 wesayit tevî çeteyên di navde hatine rûxandin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê 7 çete hatine kuştin.

16 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Di şerê 24 saetên dawî de 16 hevalên me bi ruhekî fedekarî, bi cesaretek mezin şer kirine, çeteyên êrîşkar kirine nava tirs û xofek mezin, bi qehremanî û fedekariya xwe bûne mînak û şehîd bûne."