Li her sê eniyên Kobanê derbên giran li çeteyan tên xistin

Li her sê eniyên Kobanê derbên giran li çeteyan tên xistin

Şervanên YPG'ê li rojhilatê herêma Kobanê wesayîteke çeteyên DAIŞ'ê rûxandin. Li sê eniyên şer çeteyan derbe xwarin û gelek ji wan hatin kuştin.

Şevê din çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî Kolana Şaredariyê ya rojhilatê bajarê Kobanê kirin. Wesayît beriya ku bigihêje armanca xwe, ji aliyê şervanên YPG'ê ve hat teqandin. Çeteyan êrîşî kolanê kirin û rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hatin û di navbera hêzên YPG'ê û çeteyan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Hat gotin ku gelek çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, lê hejmara wan nehate zanîn.

Temamiya şevê din şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam kirin. Li gorî agahiyên ji herêma pevçûnan hatine wergirtin, li vê qadê gelek çete hatine kuştin û cenazeyên gelek kuştiyan ketine destê YPG'ê.

Li başûrê bajarê Kobanê jî şerê di asta herî dijwar û giran de rû da. Hat hînbûn ku gelek çete li vir jî hatine kuştin, lê ji ber dijwariya pevçûnan hejmar nehate zanîn.

Li başûrrojhilatê bajarê Kobanê jî şer û pevçûnên ku şevê din dihatin jiyîn, heta niha didomin. Girêdayî van pevçûnan ti agahî neketin dest.