Li Geverê kesê hate binçavkirin hate derbkirin

Li Geverê kesê hate binçavkirin hate derbkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan bi ser Navenda Kar a Orîentê de girtin û kesek binçav kirin û derb kirin.

 Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî ku li ser Cadeya Cengîz Topel di 25'ê Cotmehê 3 leşker hatin kuştin rêveberiya awarte ya ji aliyê polîsan ve kete dewreyê didome. Navçeya Geverê ji aliyê leşker û polîsan ve hate dorpêçkirin.

Polîsan îro bi ser Navenda Kar a Orîentê de girtin û ciwanê bi navê Mazlum Dursun derb kirin, di erdê re kaş kirin û binçav kirin. Li aliyê din duh êvarê bi serdegirtinên malan de jina bi navê Evliya ya paşnava wê nehat zanîn hate binçavkirin.