Li Colemêrgê wesayîta zirxî qulipî: 6 polîs birîndar bûn

Li Colemêrgê wesayîta zirxî qulipî: 6 polîs birîndar bûn

Li Colemêrgê di bûyerên navbera ciwan û polîsan de wesayîta zırxî qulipî 6 polîs birîndar bûn.

Li Colemergê piştî meşa ji bo Kobanê bûyerên li ser mudaxaleya polîsan destpê kirin li taxan dewam kir. Li Taxa Keklîkpinar a li ser rêya Colemêrg-Wan di bûyerên navbera ciwan û polîsan de wesayîtek  polîsan a zirxî qulipî, 6 polîs birîndar bûn. Polîs rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê.

Di navbera ciwanên Kurd ên li rêya Colemêrg-Wanê bend danîn û rê li çûnûhatinan girtin û polîsan de bûyer li hin deverên din jî belav bûn.