Li cihê gerîlayên HPG’ê lê hatin înfazkirin meş

Li cihê gerîlayên HPG’ê lê hatin înfazkirin meş

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajarê Qersê li gundê Altingedîk ê navçeya Qaqizmana Qersê ku sê gerîlayên HPG’ê lê hatibûn înfazkirin, meşek li dar xistin.

Rêxistinên HDP û DBP’ê bi armanca şermezarkirina înfazkirina 3 gerîlayên HPG’ê ku roja 23’yê Cotmehê li navçeya Qaqizmana Qersê, li gundê Altingedîkê pêk hat, meşek li dar xistin. Tevî rêveberên HDP û DBP’ê endamên Komeleya Xwendekarên Qersê û gelek welatî tevlî meşa li cihê înfazê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şehîd Namirin” hate vekirin. Balkêş bû ku di dema çalakiyê de endamên tîmên taybet li ser girên derdora çalakiyê hatin bicihkirin.

Piştî meşê ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê rêz hate girtin û Hevseroka DBP’a Şirnexê Şengul Mehmetoglu daxuyanî da û got: “Ev înfaz bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev sê gule li aştiyê hatine xistin. Bila cîhan hemû bizane; AKP çiqas ji aştiyê aciz be, em ê ewqas ji şer aciz bin. AKP çiqas ji şer hez bike, em ê ewqas ji aştiyê hez dikin.”

Piştî axaftinan dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP” qîriyan.