Li Amedê piştî meşê mudaxele
Li Amedê piştî meşê mudaxele
Li Amedê piştî meşê mudaxele
Li Amedê piştî meşa bi tevlîbûna deh hezaran kesan ji bo Kobanê pêk hat polîsan êrîş li girseyê kir.
Li Amedê piştî meşa di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê pêk hat û li Qada Îstasyonê vegeriya mitîngê, polîsan êrîş li girseya belav bû kir. Girseya bi meşê ber bi Kolana Emek ve diçû rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hat. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da û pevçûn derket. Polîsan raste rast guleyên plastîk û bombeyên gazê avêtin welatiyên di şanişînên malên xwe de kir û du kes binçavkirin.
Hate hînbûn ku polîs li kolanan kesê dibîne binçav dike û pevçûn berdewam dikin.