Li Amedê ji saziyên sivîl banga aqilê selîm

Li Amedê ji saziyên sivîl banga aqilê selîm

Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê ku li Amedê li hev kom bûn, ji bo çalakiyên ku wê sibê li tevayî Bakurê Kurdistanê bên lidarxistin banga aqilê selîm kirin.

Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Serokê DESOB Ebedînoglu ve hate xwendin. Ebedînoglu diyar kir ku divê bûyerên rojên 6-7’ê Cotmehê bînin bîra xwe û di çarçoveya mafên demokrasiyê de tevbigerin û ji bûyerên ku ziyanê didin can û mal dûr bikevin.

Li Amedê tevî Odeya Bazirganî û Pîşeyî, Borsaya Bazirganiyê, Baro, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran, DOGUNSÎFED, MAZLUM-DER, ÎHD, DÎSÎAD, GUNSÎAD, MUSÎAD, DOSÎAD, DÎKAD, DOGUNKAD, Odeya Tabîban, TES-DER, GUNTIAD, GUNGÎAD, DÎGÎAD, TMMOB û OSGÎAD  û gelek sazî û rêxistinên din ên sivîl tevî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Li ser navê saziyên sivîl Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran Alîcan Ebedînoglu daxuyanî xwend. Ebedînoglu diyar kir ku divê bûyerên rojên 6-7’ê Cotmehê bînin bîra xwe û di çarçoveya mafên demokrasiyê de tevbigerin û ji bûyerên ku ziyanê didin can û mal dûr bikevin.

Ebedînoglu diyar kir ku bal kişand ser bûyerên li Edene, Wan, Çewlik, Qers, Gever, Silopî û herî dawî li Amedê ku di encama êrîşekê de astsûbayek Tirk hate kuştin û bal kişand ku bûyerên bi vî rengî baweriya bi pêvajoya çareseriyê kêm dibe.

Ebedînoglu diyar kir ku ew ê piştî daxuyaniya çapemeniyê bi Walîtiya Amedê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) re hevdîtin pêk bînin.