Li Amedê ji bo meşa Kobanê belavok hatin belavkirin

Li Amedê ji bo meşa Kobanê belavok hatin belavkirin

Li Amedê bi armanca tevlîbûna çalakiyên 1’ê Mijdarê ya “Roja Kobanê ya Cîhanê” ku wê li tevayî cîhanê bê lidarxistin, ji aliyê rêxistina DBP’ê ve gelek belavok hatin belavkirin.

Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 47’emîn de ye. Bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re bi banga navdarên cîhanî “Roja Kobanê ya Cîhanê” hate ragihandin. Wê sibê li tevayî cîhanê çalakî bên li dar xistin.

Li Amedê bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi pêşangiya DBP'ê belavok hatin belavkirin. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut bang li hemû kesan kir û xwest ji 7 salî heta 70 salî beşdarî meşa ji bo Kobanê wê bê lidarxistin bibin.

Li bajar sibê seat di 12.00'an de bi hezaran welatî dê li Parka Koşuyolu bên cem hev û heya Qada Deriyê Çiyê bimeşin. Li hemû navçeyên Amedê jî di heman demê de dê meş bên lidarxistin. Ji bo banga tevlibûna meşê li AZC Plazayê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê belavok hatin belavkirin.

Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut bang li hemû kesan kir û xwest tevlî meşê bibin. Zumrut wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê ew 47 roj in erîşî gelê Kobanê dike. Gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî çeteyan berxwedaneke dîrokî pêk tînin." Zumrut ragihand ku wê di 1'ê Mijdarê de ji bo pişgiriya Kobanê li hemû derê cîhanê meş bên lidarxistin. Zumrut xwest ji 7 salî heta 70 salî hemû kes beşdarî meşa ji bo Kobanê wê bê lidarxistin bibin.