Li Amedê beriya meşê Kobanê leşker daketin navendê

Li Amedê beriya meşê Kobanê leşker daketin navendê

Li Amedê ji ber meşa ji bo piştgiriya Kobanê ku tê plankirin îro pêk bê ‘tedbîrên ewlehiyê yên berfireh’ hatin girtin. Ji bajarên derdorê gelek polîs hatin teqwiyekirin û leşker bi wesayîtên zirxî li nuqteyên cuda yên bajar hatin bicihkirin.

Meşa ku tê plankirin îro ji Parka Koşuyolu heta qada Deriyê Çiyê pêk bê, tedbîrên ewlehiyê yên polîsan bal kişandin. Tevî ku banga girtina dikanan nehat kirin jî li navçeyên Sûr û Baglarê kepenk hatin girtin.

Ji gelek bajaran polîs hatin teqwiyekirin û polîsan li dora Walîtî, Qeymeqamtî, avahiyên AKP’ê û saziyên fermî tedbîrên parastinê girtin. Li gel vê leşkerên ji Fermandariya Kolordiya 7’emîn derketin jî bi wesayîtên zirxî li nuqteyên cuda yên bajêr hatin bicihkirin.