Li Amedê 28 kes bi hinceta wê tevlî çalakiyan bibin hatin binçavkirin

Li Amedê 28 kes bi hinceta wê tevlî çalakiyan bibin hatin binçavkirin

Li Amedê beriya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê polîsan bi ser gelek malan de girt û bi hinceta ‘dibe ku tevlî çalakiyan bibin’ 28 kes binçav kirin.

Hikûmeta AKP'ê piştî çalakiyên bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û piştgiriya AKP'ê ya ji çeteyan re Pêşnûmeya Zagona Ewlehiya Navxweyî amade kir û sewqî meclîsê kir û nîqaşan jî destpê kir.

Di pêşnûmeyê de ji polîsan re rayeyên "Kesê biguman", "Lêgerîna kes, mal û wesayîtê" û gelek rayeyê din dide, rastî bertekên rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên sivîl hat. Tevî ku nîqaş berdewam dikin pêşnûme li Amedê ket jiyanê. Polîsan berî 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê li bajar operasyon li dar xist û gelek kes bi hinceta "dibe ku tevlî çalakiyê bibin" binçav kirin.

Polîsan nîvê şerê li Amedê bi ser gelek malan de girt. Hate ragihandin ku di serdagirtina malan de hemû alavên malan hatin tevlîhevkirin. Piştî lêgerîna malan heya niha 28 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de xwendekarên zanîngehê jî hene û binçavkirin bi biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê ya bi hinceta "Dibe ku tevlî çalakiyan bibin" pêk hatin.

Prz. Serhat Karaşîn biryara binçavkirinê ya Dozgeriya Komarê ya Amedê nirxand û wiha got: "Ev yek serdema Hîtler û Mussolînî tîne bira mirovan. Ev yek bi awayekî fermî mirov deqkirin e. Di vê biryarê de li ser navê hiqûqê tu tişt nayê dîtin. Yek jî biryara dozgeriyê hatiye girtin."