Leşkerên li Qaqizmanê çûbûn keşfê vegeriyan

Leşkerên li Qaqizmanê çûbûn keşfê vegeriyan

Tîmên tevgera taybet ên cendirme û polîsan ên ku li bejahiya navçeya Qereyaziya Erziromê dest bi keşfê kiribûn, ji herêmê vegeriyan.

Tevgerên tîma taybet ên cendirme û polîsan ên ku bi awayeke hevdem sewqî gelek gundên navçeya Qereyaziya Erziromê hatin kirin, piştî faîliyetên keşfê ji herêmê vegeriyan. Hate ragihandin ku tîmên taybet li gundên Hespr Reş, Kalo,  Corova û Gerê û girê Reşa keşif kirin. Tîmên taybet ên artêşa Tirk piştî keşfê vegeriyan navenda navçeyê.