Leşkeran gule li ciwanê Kobaniyî barand

Leşkeran gule li ciwanê Kobaniyî barand

Ciwanê bi navê Mustafa Xelîl yê li xeta sînor a Kobanê bû, di encama gulebarandina leşkerên Tirk de birîndar bû. Çengeya  Xelîl şikest û beşek ji zimanê wî jêbû, li Pirsûsê piştî mudaxaleya yekemîn rakirin Amedê.

Ciwanê bi navê Mustafa Xelîl ku li herêma Yumurtalik a Kobanê bû ji aliyê leşkerên Tirk ve hate birîndar kirin. Li gorî agahiyên hatine girtin di encama gulebarankirina leşkeran de Mustafa Xelîl ji çengeya xwe birîndar bûye. Hat hînbûn ku di çengeya Xelîl de şikestin çêbûye, beşek zimanê wî jêbûye û nikare biaxive.

Hat hînbûn ku Xelîl bi ambulansê rakirin Pirsûsê û tevî ku gelekî xwîn winda kiriye jî demek dirêj li deriyê sînor dane sekinandin. Piştî mudaxaleya yekemîn Xelîl rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.