Kurdistaniyên li Agideyê ji bo Kobanê civiyan

Kurdistaniyên li Agideyê ji bo Kobanê civiyan

Kurdistaniyên li Adigeyê dijîn ji bo piştgiriyê bidin 1’ê Cotmehê roja piştgiriya berxwedana Kobanê li hev civiyan. Di civînê de Serokê Otonomiya Çanda Kurdan a Agirî Feyzo Huseyin da zanîn, ku berxwedana Kobanê diyar kiriye ku Rojhilata Navîn bê Kurdan nabe.

Li Federasyona Rûsyayê Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin “Roja Kobanê ya cîhanê” li hev civiyan. Civîna ku li avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Agirî hat lidarxistin ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di civîna gelek Kurdsitanî amadebûyî de destpêkê Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Agirî Feyzo axaftinek kir û got: “Planên ku dixwestin Rojhilata Navîn bêyî Kurd ji nûve dizayn bikin bi berxwedana Kobanê ve vala hatiye derxistin. Her wiha berxwedana Kobanê ne tenê di warê siyasî de di her milî de ji bo gelê Kurd girîng e. Ji ber vê yekê em cangoriyên di vê berxwedanê de şehîd ketine bi dilekî germ silav dikin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Di berdewama civînê de ji revebiriya Yekîtiya Jina Azad (YJA) a bajarê Krasnadarê Asmîn Kobanê jî axaftinek kir û got: “Di Kobanê de hat aşkerakirin ku jina Kurd tu carî xwe teslîmî zihniyeta paşverû û qirêj nake. Berxwedana Kobanê ji bo hemû beşê civakê pir girîng û bi wate ye. Ji ber vê yekê îro li her derê cîhanê ji bo piştgirî bidin vê berxwedana bi wate gel li ser piya ye. Berxwedana bi xwîna Arînan, Ceylanan û Diyara hatiye avdan wê ti carê li bin nekeve. Berxwedana ku bi îradeya gelê me derketiye holê divê biçûk neyê dîtin.”

Piştî axaftinê kesên beşdarî civînê bûn, li ser wate û girîngiya rojê hestên xwe anîn ser ziman. Civîn heya derengî berdewam kir.