Kongra Gel: Roja Şemiyê divê kes li malê nemîne, kes neçe kar

Kongra Gel: Roja Şemiyê divê kes li malê nemîne, kes neçe kar

Kongral Gel destnîşan kir ku berxwedêrên Kobanê bi têgihiştin û baweriya 'neçar in bi ser bikevin' li ber xwe didin. Kongra Gel bel kiaşnd ser dewamiya xeteriya li ser Kobanê û diyar kir ku pêwîstî bi xwedîderketin û alîkariya lezgîn heye. Hevserokatiya Kongra Gel banga beşdariya li meşên 1'ê Mijdarê kir û got, "Divê roja Şemiyê kes li malê nemîne, neçe kar, li ser vê bingehê bi xurtî xwedî li berxwedana Kobanê û şehîdên xwe derkevin."

Hevserokatiya Kongra gel, ji bo çalakiyên Kobanê yên 1'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berxwedana Kobanê ya weke mîladeke nû derbasî dîroka cîhanê bûye, ev 46 roj li dijî faşîzma DAIŞ'ê radiwest e û hat gotin, "Li dijî barbarên ku dixwazin hemû nirxên mirovahiyê tine bikin û cîhana xwe ya tarî li ser gelên me ferz bikin, şervanên YPG, YPJ, Burkan El Firat û gelê Kobanê, gelên me û nirxên mirovahiyê diparêzin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çarenûsa berxwedana Kobanê êdî ne tenê Kobanê û Rojava, di serî de gelên herêmê bandorê li tevahiya raya giştî ya cîhanê û mirovahiyê dike û hat gotin, "Sira berxwedana Kobanê di vir de ye. Ya ku ruhê milîtan ê berxwedanê, ruhê fedaî afirandiye, ev rastiya dîrokî ye. Yanî berxwedêrên li Kobanê bi têgihiştin û baweriya 'neçar in teqez bi ser bikevin' li ber xwe didin."

'DIZANIN KU TÊKÇÛNA KOBANÊ WÊ WAN BIQEDÎNE'

Hevserokatiya Kongral Gel di daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir:

"Keriyên barbar rûreş ên faşîst ên DAIŞ'ê jî, dizanin ku têkçûna Kobanê wê ji bo wan bibe destpêka tinebûnê, lewma bi hemû derfetên xwe zorê didin û hewl didin encamê bi dest bixin.

Ji ber komkujî û qirkirinên barbarên DAIŞ'ê rê li ber vekirine, mirovahiya cîhanê ya roja îro, bi xeteriyeke dişibe ya faşîzma DAIŞ'ê ku di Duyemîn Şerê Cîhanê de derxist holê re, rû bi rû ye.

Çawa ku faşîzma DAIŞ'ê, di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de Hêzên Hevalbend ên dijberê hev neçar hişt ku bi hev re têbikoş in, li Rojhilata Navîn jî di roja îro ya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê jiyîn de, li dijî faşîzma DAIŞ'ê neçare hevsengiyên nû yên hêzê bên avakirin û li ser vê bingehê têkoşîneke xurt were meşandin. Di rewşeke berevajî de wê hemû mirovahî ji vê karesatê zerarê bibîne.

Berxwedana bi heybet a Kobanê, di serî de mirovahiya pêşverû ya li erdnîgariya gelê Kurd lê dijîn, her kesên kareseta faşîzma DAIŞ'ê ji bo mirovahiyê rê li ber vekiriye dibînin, rakir ser piyan. Û berxwedana Kobanê, ji bo parastina nirxên hevpar ên mirovahiyê bû hêvî, hêza moralê û wijdana hevpar."

'JI BO KOBANÊ PÊWÎSTÎ BI XWEDÎDERKETIN Û DESTEKA LEZGÎN HEYE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber xeteriya li ser Kobanê dewam dike pêwîstî bi xwedîderketin û desteka lezgîn heye û hat destnîşankirin, ku ji ber vê yekê banga akademîsyen, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedaran a ji bo "Meşa Cîhanê ya ji bo Kobanê, ji bo Mirovahiyê" gelekî girîng e. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em mirovên giranbuha yên ev bang kirine, li ser navê Kongra Gel bi rêzdarî silav dikin" û ev bang hat kirin:

'DIVÊ KES LI MALÊ NEMÎNE, KES NEÇE KAR'

"Em bang li tevahiya gelê xwe, gelên em bi hev re dijîn û dostên xwe dikin, ku li her qadê bi awayekî girseyî beşdarî meşên ji bo Kobanê yên 1'ê Mijdarê bibin.

Di 1'ê Mijdarê roja Şemiyê de divê kesek li malê nemîne, neçe ser kar, li ser vê bingehê bi xurtî xwedî li berxwedana Kobanê û şehîdên me derkevin."