Komalên Ciwan: Hemû êrîş sedema xurtkirina serhildanan e
Komalên Ciwan: Hemû êrîş sedema xurtkirina serhildanan e
Komalên Ciwan: Hemû êrîş sedema xurtkirina serhildanan e
Koordînasyona Komalên Ciwan der barê ciwanê Kurd Salih Yîgît ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin de daxuyaniyek da û got: “Em weke ciwanên şoreşgerên Kurdistanê, hemû êrîşên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ji bo me sedema xurtkirina serhildanê ye.”
Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ku zilm, talan û komkujiyên li dijî Kurd û Kurdistanê bi qasî dîrokê kevnar in. Komalên Ciwanan bal kişand ev zilm û komkujiya hêzên desthilat û maşeyên wan di vê sedsala dawiyê de gihiştiye asta herî bilind.
Komalên Ciwan diyar kir ku duh Geliyê Zîlan, Helepçe, Dêrsim, Koçgirî, Roboskî û îro jî komkujî tînin serê gelê Şengal û Kobanê û destnîşan kir ku plan û hesabên qirêj ên li ser Kurd û Kurdistanê berdewam dikin.
Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn ku yekane armanca van hêzan ew e ku Kurdistanê bikin mêtîngerî, û Kurdan bê vîn bihêlin û bikin kole. Komalên Ciwan got: “Ji ber vê jî çeteyên DAIŞ’ê û mil didin milê dewleta AKP’ê û hewl didin li hemberî hêviya azadiya Kurdan êrîşeke bêexlaqî pêk bînin.”
Komalên Ciwan bal kişand ku Berxwedana Kobanê û çalakiyên bi heybet ên xwedîderketina li Kobanê hemû lîstikên dewleta Tirk û hêzên dagirker vala derxistine û got: “Hikûmeta AKP’ê ya ku xwe li vê berxwedana destanî ya Kobanê û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ku li gel berxwedana Kobanê rabû serhildanê, gelê me qetil kiriye.”
Koordînasyona Komalên Ciwan bal kişand ser êrîşên hikûmeta AKP’ê ya li dijî gelê Kurd û da zanîn ku careke din hikûmeta AKP’ê ya komkujiyê nîşan daye. Komalên Ciwan bal kişand ser ciwanê Kurd Salih Yigît ê ku li Cûdiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin û da zanîn ku ew ciwanên şoreşger ên Kurdistanê hemû êrîşên dewleta Tirk ji bo xwe weke sedema xutkirina serhildanê dibînin û got: “Em weke ciwanên şoreşgerên Kurdistanê, hemû êrîşên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ji bo me hinceta xurtkirina serhildanê ye.”
Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Divê xwedîderketina li hevalê me Salih Yîgît bibe hinceta xurtkirina serhildanan û azadiya Kurdistanê. Ji ber wê jî, em bang li hemû gelê Kurdistanê û ciwanên şoreşger dikin ku xwedî li hevalê me Salih derkevin û her çar aliyên Kurdistanê bikin qada serhildanê.”