KCK: Zîhniyeta AKP wesfek Olîgarşîk-faşîst girtiye
KCK: Zîhniyeta AKP wesfek Olîgarşîk-faşîst girtiye
KCK: Zîhniyeta AKP wesfek Olîgarşîk-faşîst girtiye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK, li hemberî tehdîda Serokwezirê Tirk Ahmet Davutoglu ya têkildarî çalakiyên 1’ê Mijdarê nerazîbûn nîşan da û got, “Ev daxuyaniya Davutoglu beriya her tiştî jî dibe dijmintiya Kurd û demokrasiyê.” KCK’ê li hemberî êrîşên oligarşîk-faşîst ên AKP’ê banga bilindkirina têkoşînê kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku, zîhniyeta tekperest-hegemonîk a AKP’ê wesfeke olîgarşîk û faşîst hilgirtiye û bal kişand ser daxuyaniyên Davutoglu. KCK’ê daxuyaniyên Davutoglu ên di rojê buhrî de çalakvan, HDP, DBP û KCD hedef nîşan dide û daxuyaniyên Davutoglu weke “zextkar û faşîst” nirxand. KCK’ê bang li her kesî kir ku li hemberî polîtîkayên faşîzane yên AKP’ê bi biryardariyên mezin têkoşînê pêş bixin.
KCK’ê got, “Zîhniyeta AKP’ê ya tekperest, serwer û hegemonîk wesfeke olîgarşîk û faşîst girtiye mirov dikare vê di her gotin û pratîka Erdogan û Davutoglu da bi rehetî bibîne.
Erdogan li hemberî hebûn û azadiya gelê Kurd mîna ku dîn bûye bê tehemûlî û sekna xwe ya êrîşkar di her firsendê de nîşan dide. Di hevdîtina xwe ya Serokkomarê Fransa Hollande re ku got ‘Çi ye ev Kobanê her carê Kobanê’ îspata wê ya aşkera ye. Li gor Erdogan divê Kobanê bi erdê bibe yek divê hebûn û azadiya gelê Kurd tune bibe. Wisa ye ku li hember her kesê piştgiriyê dide Kobanê û li hember Kobanê hestiyar e bi hêrseke mezin dinêre. Ev zîhniyet dijmintiya Kurd û bi israra di şer de ye.
Di civîna MGK’ê de hatibû gotin ‘Pêvajoya çareseriyê, amûrekî ku ji bo têkoşîna li hember terorê tê bikaranîn’. Bi vî awayî mikur hatine ku gotinên wan ên heta niha der barê çareseriya pirsgirêka Kurd, pêvajo û aştiyê de di rastiyê de derew û demogojiyeke. Jixwe ji ber vê zîhniyet û nêzîkatiya ye ku tevahî gavên bi berpirsyariyek mezin bi israr û sebreke mezin ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û tevgera me ve tên avêtin ji aliyê AKP’ê de bê bersiv mane û hatine valaderxistin. AKP’ê heta îro ti gaveke aşkera û berbiçav neavêtiye.
1’ê Mijdarê ku wek roja piştevaniya bi berxwedana Kobanê re û roja berxwedanê hatiye îlankirin pir girîng e û pêşveçûneke erênî ye. Her kesê xwedî wijdan alîgirê demokrasî û azadiyê divê di tevahî cîhanê de li Kobanê û berxwedana gel xwedî derkeve. Ji ber ku berxwedana gelê Kobanê ya li hemberî faşîstên DAIŞ ji sînoran wêdetir bûye malên tevahî mirovatiyê.”
KCK’ê di daxuyaniya ku da de da zanîn ku li Tirkiyeyê şoreşger, sosyalîst û hemû kesên xwediyê wijdan divê tevlî vê berxwedanê bibin û wiha hat gotin: “Kesên ku berxwedana Kobanê weke berxwedana gelê kKrd nebîne, ew kes xwediyê hişmendiya yekperestî, înkarker û faşîst in. DBP, KCD û HDP’ê ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê bang li gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê kiribûn. Ev berpirsiyartiya DBP, KCD, û HDP’ê ye. Daxuyanî û nêzîkatiya Davutoglu tehdîdvarî, çewisandin û faşîstan e. Davutoglu bi gotina xwe ya ‘HDP ji geşedanan ders dernexistiye’ nêzîkatiya xwe ya li hemberî bûyerên 6-7’ê Cotmehê nîşandaye û bi vê yekê qetilkirina ewqas mirovan bes têr nedîtiye. Bi vê gotina xwe weke ku ew ê bi sedan kesên din jî qetil bikin helwesta xwe nîşan daye. Beriya her tiştî daxuyaniya Davutoglu nîşaneya dijminê Kurd û demokrasiyê ye. Li gorî AKP’ê di yekê mijdarê de xwedîdperketina li Kobanê ya her kesî terorîstî ye. Ger hêza wan têr bike, wê gefê li cîhanê bixwin.”
KCK’ê da zanîn ku dê li hemberî vê faşîzma AKP’ê gelê Kurd, dostên wê û hemû hêzên demokrasiyê li her qadê têkoşîna xwe di her astê de mezintir bikin û daxuyanî wiha dom kir: “Em jî di vê bingehê de, bang li hemû sosyalîst, gelê me yê hemû çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hemberî polîtîkayên dijmirovahiyê yên AKP’ya partiya dewletê derkevin û têkoşîna xwe bi biryarekî mezin berdewam bikin.”