KCK'ê banga xwedîderketina girseyî ya li cenazeyê Salîh Yîgît kir
KCK'ê banga xwedîderketina girseyî ya li cenazeyê Salîh Yîgît kir
KCK'ê banga xwedîderketina girseyî ya li cenazeyê Salîh Yîgît kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku siyaseta dewleta AKP’ê ya Kobanê û Rojhilata Navîn hilweşiyaye. KCK’ê da zanîn ku polîtîkayên li ser dijminiya Kurd pêş dixînin encamê nadin û wiha got: “Bi pêkanînên faşîzan-yekparêz civakê her roj dikin aloziyê. Daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç a ‘Em ne mahkumê pêvajoyê ne’ niyeta AKP’ê ya rast careke din derxistiye holê."
KCK’ê ji bo malbata Salîh Yigît ê ku li Sîlopiyayê Şirnexê ji aliyê polîsên AKP’ê ve hate qetilkirin, sersaxî xwest û hat gotin ku Yîgît ji aliyê polîsên AKP’ê ve hedef hatiye girtin û qetilkirin. KCK’ê da zanîn ku divê AKP baş bizane ku gelê Kurd, dostên wan û hêzên li ber xwe didin li dijî zilm û zextan wê tu car serî netewînin û wiha pêde çû: “Divê her êrîş bi serhildanên radîkal û heybet bê pêşwazîkirin. Cenazeyê Yîgît dê li gorî layîqbûnê ji aliyê hezaran ve xwedî lê derkeve.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku polîtîkaya AKP’ê ya Kobanê û Rojhilata Navîn têk çûye û hat gotin ku polîtîkayên li ser dijminahiya Kurdan tên meşandin encam nedaye û ji ber vê yekê hikûmeta AKP’ê çavsor bûye û li Kurdistanê qirkirina siyasî zêde kiriye.
KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Bûyerên girtin, binçavkirin û îşkenceyê her diçin zêde dibin. Dewleta AKP’ê tehemulî têkoşîna û bertekên dmeokratîk nake. Pêkanînên zîhniyeta yekparêz-faşîzan civakê dike nava aloziyê û pêvajoyeke pevçûnê pêş dixe. Berdevkê hikûmetê Bulent Arinç dibêje em ne mahkumê pêvajoyê û niyeta AKP’ê ya rast careke din derxistiye pêş. Hikûmeta AKP’ê tu carî li gorî ruhê pêvajoyê tevnegeriyaye. Yekane armanca wê ev e ku polîtîkayên di neçareseriyê de israr dike pêş bixe.
Pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve bi sebr û hewldaneke mezin hatiye afirandin, ji aliyê AKP’ê ve vala hatiye derxistin û qedandin. Ev zîhniyeta faşîzan careke din gotiye ku em ne mecburê çareseriyê ne. Serhildanên gelê me bi qirkirin û komkujiyan hatiye çewisandin. Herî dawî li Sîlopiyayê welatiyê Kurd ê bi navê Salîh Yigît ji aliyê polîsan ve hatiye qetikirin. Divê AKP vê baş bizane ku gelê Kurd, dostên wan û hêzên berxwedêr wê li dijî zilmê serî netewîne û bi serhildanan bersivê bide van. Bi vê wesîleyê em li pêşberî bîranîna Salîh Yîgît rêzdar in û ji bo malbat û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Divê bi 10 hezaran xwedî li cenazeya Yîgît derkevin.”