Jinan li Wanê ji bo meşa Kobanê bangawazî kirin

Jinan li Wanê ji bo meşa Kobanê bangawazî kirin

Pêkhateyên DOKH ên Wanê bang li gel kirin ku tevlî meşa ji bo Kobanê bibin.

Pêkhateyên Tevgera Demokratîk û Azad a Jinan (DOKH) ên Wanê ji bo meşa 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bang kirin.

Li ser navê pêkhateyên DOKH’ê Koordînatora Navenda Jiyana Jinê Bêrîvan Kiliçaslan daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku li ber Navenda Jiyana Jinê ya Wanê hat dayîn. Kiliçaslan got “Em bang li gelê xwe dikin bi mirovên li her deverê cîhanê re ji bo piştevaniya ji Kobanê re 1’ê Mijdarê de dakevin kolanan û çalakiyên demokratîk pêş bixin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşma, “Bîjî berxwedana Kobanê” hat gotin.