Ji şervanên YPJ'ê banga 1'ê Mijdarê: Rabin ser piyan û li ber xwe bidin
Ji şervanên YPJ'ê banga 1'ê Mijdarê: Rabin ser piyan û li ber xwe bidin
Ji şervanên YPJ'ê banga 1'ê Mijdarê: Rabin ser piyan û li ber xwe bidin
Bangeke din a ji bo "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê" ji şervanên YPJ'ê yên li Kobanê li ber xwe didin hat. Şervana YPJ'ê Evrîm banga "Em li vir in û li ser piyan in, hûn jî rabin ser piyan û li ber xwe bidin" kir û şervaneke din a YPJ'ê jî got, "Bang li tevahiya mirovahiyê dikim: Divê her kes ji bo Kobanê rabe ser piyan."
Rojek beriya 1'ê Mijdarê, ku ji aliyê bi hezaran navdarên cîhanê ve weke "Roja Kobanê ya Cîhanê" hat îlankirin, şervanên YPJ'ê jî bang kirin. Şervanên YPJ'ê yên li Kantona Kobanê ji 15'ê Îlonê û vir ve li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin, bang li her kesî kirin ku di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê de dakevin kolanan û destekê bidin Kobanê.
RABIN SER PIYAN Û LI BER XWE BIDIN
Şervana YPJ'ê Evrîm da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî mirovahiyê şer dikin û diyar kir ku divê her kes li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têbikoş e. Şervan Evrîm got, "Ez bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikim ku rabe ser piyan û li ber xwe bide. Divê her kes li dijî DAIŞ'ê rabe ser piyan. Ji ber ku DAIŞ li dijî mirovahiyê şer dike. Girîg e em van ji holê rakin. Em li vir in, li ser piyane, hûn jî rabin ser piyan û li ber xwe bidin."
Şervana YPJ'ê Awaz jî diyar kir ku ew di çeperan de li ber xwe didin û destnîşan kir ku her kesê ji xwe re dibêje "Ez mirov im" divê li her cihî li ber xwe bide û got, "Em li vir li ber xwe didin. Divê her kes destekê bide vê berxwedanê. Em dixwazin di 1'ê Mijdarê de her kes dakeve kolanan û destekê bide Kobanê."
'DIVÊ ME BÊJIN ÊDÎ BES E'
Şervana YPJ'ê Gerîla got, "Divê her kes ji bo Kobanê rabe ser piyan" û wiha axivî: "Weke şervaneke YPJ'ê bang li tevahiya mirovahiyê dikim. Divê her kes ji bo Kobanê rabe ser piyan. Pêwîste ev der ji çeteyan bê paqijkirin. Ji ber her tiştên ku heta roja îro ji bo Kobanê hatine kirin, mala her kesî ava. Lê belê divê bêtir were kirin. Em dixwazin li her devera cîhanê mirov ji bo Kobanê rabin ser piyan. Ji ber em li vir li dijî rêxistineke çete ya li dijî mirovahiyê şer dike, têdikoş in."
Şervaneke din a YPJ'ê Serhildan ku banga destekkirina Kobanê kir got, "Li vir weke YPG û YPJ em li ber xwe didin. Di serî de gelê Kobanê em li benda her kesî ne ku destekê bide me."
Şervana YPJ'ê Gulbihar jî da xuyakirin ku divê her kes li dijî çeteyan bi wan re têbikoş e û got, "Divê em li dijî vî dijminî bibin yek û têbikoş in. Pêwîste em li dijî pêkanînên van çeteyan bêjin 'êdî bes' e."