Ji şervanên YPG’ê li hember çeteyan êrîşên dijber

Ji şervanên YPG’ê li hember çeteyan êrîşên dijber

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên Kobanê ku daxuyanî da, diyar kir êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji başûr û rojava bi berxwedana aktîf a hêzên YPG’ê û êrîşên dijber vala hatine derxistin.

Navenda Ragihandina YPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi armanca dagirkirina Kobanê roja 47. de didomin.
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got, “Komên çete li başûr û rojhilatê Kobanê êrîş pêk anîn, lê belê ev êrîş, bi berxwedana aktîf û êrîşên dijber ên hêzên me ve hatin şikandin. Çeteyên DAIŞ'ê di dema êrîşan de navenda bajêr, herêmên ku sivîl lê dimînin jî topbaran kirin.

Komên çete duh nîvro heta saetên şevê li eniya rojhilat hewl dan 2 êrîşan pêk bînin. Piştî şerê dijwar êrîşên çeteyan hatin têkbirin. Di şerê li herêma Kaniya Kurdan û Kolana Belediyê de, komên çete derbên giran xwarin. Di vî şerî de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 21 çete hatine kuştin. Hêzên me dest danîn ser 5 keleşnîkof, yek BKC, yek B7 roket, yek AKC û alavên leşkerî yên van çekan. Her wiha gelek cebilxane û 15 bombe û 2 bêtêl jî hatine desteserkirin.

Hêzên me li ser rêya gundê Helincê yê li başûrrojhilatê Kobanê jî li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayîtek tevî çeteyên têde hatin rûxandin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Li eniya başûr jî duh êvarî heta saetên şevê şer dem bi dem dewam kir. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Hêzên me li başûrê Kobanê li ser rêya Helebê li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya ku 5 kîlometre li derveyê bajêr pêk hat de, wesayîtek hat rûxandin. 6 çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin.

Di şerê 24 saetên dawî de, 2 hevalên me, yên ku ji destpêka heta niha di nava berxwedana Kobanê de bi fedekarî û dilsoziyek mezin cih girtine û rola xwe ya pêşengiyê pêk anîne, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.”