Ji Şaredariya Tûşbayê ji bo Kobanê alîkarî

Ji Şaredariya Tûşbayê ji bo Kobanê alîkarî

Şaredariya Tûşba ya Wanê bi biryara hevpar a endamên meclîsa şaredariyê yên DBP û AKP’ê alîkariyên ji bo Kobaniyan berhev kiribûn, şandin Pirsûsê. Alîkariya ku 280 petekên elektîrîkê û xurekê pêk dihatin teslîmî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re kirin.

Alîkariyên ji aliyê Şaredariya Tûşba ya Wanê ve hatin berhevkirin şandin Pirsûsê. Alîkarî teslîmî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re hatin kirin û piştî alîkariya ku hat kirin li ser navê meclîsa şaredariya Tuşbayê Necla Orbay axivî û bal kişand ser berxwedana Kobanê û diyar kir ku Kobanê tu car ne tenê ye û wê tenê nemîne.