Ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo Rojava hat şandin

Ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo Rojava hat şandin

Welatiyên Rojhilat û hin rêxistinên mirovahî yên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo Rojava şand.

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û hin rêxistinên mirovahî yên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê alîkariyên mirovahî ji bo Rojava şandibûn. Alîkarî di Deriyê Sêmalka re derbasî  Rojava hat û radestî Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava hat kirin.

Di nava alîkariyên ku hatine şandin şîrê zarokan, cilên zivistanê, betanî û madeyên xwarinê hebûn.

Rêveberê Rêxistina Rojava Ezîz Hiso spasiya gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kir.