Ji NPG’ê li hember berevajîkirinên AKP’ê û çapemeniyê banga hestyariyê

Ji NPG’ê li hember berevajîkirinên AKP’ê û çapemeniyê banga hestyariyê

Fermandariya NPG’ê bang li raya giştî ya demokratîk û tevahî gelê Kurdistanê kir da ku li hemberî daxuyaniyên berevajî yên hikûmeta AKP’ê û derdorên çapemenî-ragihandinê hestyar bin. Fermandariya NPG’ê diyar kir ku ti têkiliya wan bi kuştina berbazê li navçeya Rezan a Amed’ê re nîne û wiha got, “Hikûmeta AKP’ê û çapemeniya Tirk weke her dem bi cudakariyeke mezin Salih Yîgît ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ku qet nekir rojeva xwe, kuştina berbaz avêtiye ser tevgera, me gelê me û nûnerên wan ên siyasî sûcdar kirine.”

Fermandariya Navenda Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, wiha got:  “Roja 27’ê Cotmehê artêşa Tirk li dijî şert û mercên agirbestê tevgeriyaye, li hemberî herêmên Bilica, Herbol û Cilbiya yên Cûdî operasyonek pêk aniye divê operasyonê de ti pevçûn rû nedane.

28’ê Cotmehê jî dîsa li herêmên Girê Çolya, Hesena û Dêrikê yên girêdayî Cûdî, bi wesayîtên zirxî û helîkopterên kobra operasyonek lidar xist. Li vir bi hêzên me re pevçûnek rû daye di pevçûna di navbera saet 15.00 û 16.30’an rû da ti windahiyên hêzên me çênebûn.

Di heman kêliyê de gelê me yê welatparêz û hêja yê Silopiyayê herikiye qada operasyonê paşê gelê me ev operasyona ku agirbest îxlal kiriye, li navçeyê şermezar kiriye. Polîsên AKP’ê yên mudaxaleyî gel kirin welatparêzê bi navê Salih Yîgît şehîd xistin. Em di serî de sersaxiyê ji malbata me ya şehîd a hêja re gelê Silopiyayê yê welatparêz û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Wê bîranîna Salih Yîgîdan ên şehîdên şoreşê ne di têkoşîna me de bê jiyandin.

Heman rojê li navçeya Rezan a Amedê berbazek hate kuştin. Ev bûyer ji aliyê me ve hat lêkolînkirin. Ti têkiliya hêzên me di vê bûyerê de nîne. Hikûmeta AKP’ê û çapemeniya Tirk weke her dem bi cudakariyeke mezin Salih Yîgît ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ku qet nekir rojeva xwe kuştina berbaz avêtiye ser tevgera me gelê me û nûnerên wan ên siyasî sûcdar kirine.” Em vê helwesta cudakar û nîjadperest a mirovên Kurd naxin şûna mirovan bi awayekî hovane qetilkirina ciwanên Kurd rewa dibînin şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya demokratîk û tevahî gelê Kurdistan dikin li hemberî berevajîkirinên hikûmeta AKP’ê derdorên ragihandin û çapemeniyê hestyar bin.”