Ji KCK'ê daxuyaniya Rojiya Mûharrem

Ji KCK'ê daxuyaniya Rojiya Mûharrem

Komîteya Baweriyan a KCK'ê, rojî û şîna Mûharrem a civaka Elewî ji bo bîranîna Kerbela digire, silav kir. KCK'ê destnîşan kir ku şopdarên Kerbela îro li Şengal, Kobanê, Bakurê Kurdistanê û li her devera Tirkiyeyê berxwedana maf, edalet û rûmetê dimeşînin.

Komîteya Baweriyan a KCK'ê da xuyakirin ku berxwedana Kerbela yek ji çavkaniyên jiyanê yên li dijî sîstema serdest a zalim û mêtînger, civak xwe jê xwedî dikin û got, "Li wir, tevî ku mirin diyar bû jî, li pêş zaliman serî nehat tewandin û helwestek exlaqî hatiye nîşandan."

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her çend mîrate û kevneşopiya Kerbela ji aliyê gelê Elewî hatibe xurtirkirin û lêxwedî hatibe derketin jî, bandoreke kûr li hemû çandên civakên Rojhilata Navîn kiriye û ev xal hat destnîşankirin: "Di dozên gelan ên wekhevî, azadî û edaletê de her tim ji berxwedan û mîrateya Kerbela îlham hatiye girtin, hêzên serdest jî her tim ji xwe re Emeviyên ku kujerên Hz. Huseyîn in, ji xwe re kirine rêber. Şopdarên her du kevneşopiyan îro li ser vê xakê di nava têkoşîneke mezin de ne. Ev yek di heman demê de têkoşîna başî û nebaşiyê ye.

Dîroka şaristaniyê di bingeha xwe de dîroka têkoşînê ya van her du kevneşopiyan e. Her kevneşopî dişibe çavkaniya xwe û ji çavkaniya xwe xwe xwedî dike. Şopdarên Kerbela îro li Şengal, Kobanê, Bakurê Kurdistanê û li her devera Tirkiyeyê berxwedana Maf, Edalet û Rûmetê dimeşînin. Li pêşberî wan jî xelefiyên Emewiyan çeteyên DAIŞ'ê hene. Şopdarên exlaq, wekhevî û rûmetê, bi fedekariyeke mezin di oxira van nirxan de canên xwe feda dikin. Xelefiyên zilmê çete jî, mîna selefiyên serê Hz. Huseyîn jê kirin, hînê serê mirovan jê dikin."

Komîteya Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya rojî û şîna Mûharrem careke din bang li civaka Elewiyan kir ku yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin û li ser bingeha yekîtiya neteweya demokratîk, yekÎtiya bi gel û komên baweriyan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê xurtir bikin. KCK'ê di kesayetiya cangoriyên Kerbela de hemû cangoriyên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.