Ji Hevşaredarên Amedê ji bo 150 hezar mexdûrên şer banga lezgîn

Ji Hevşaredarên Amedê ji bo 150 hezar mexdûrên şer banga lezgîn

Hevseroka Yekîtiya Şaredarên Herêma Başûrêrohilatê Anatolyayê (GABB) û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak civîneke çapemeniyê bi hevşaredarên Amedê re li dar xist û diyar kir ku ew ji ber hatina zivistanê bi berpirsyartiyên mezin re rû bi rû mane û bang li saziyên navneteweyî kir ku alîkariya lezgîn bidin 150 hezar mexdûrên şer.

Hevseroka GABB’ê Gultan Kişanak tevî Hevşaredarê Amedê Firat Anli, hevşaredarên navçeyên Kayapinar, Sûr, Yenîşehîr û Rezan li Salona Resepsiyonê ya Sumerparka Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Kişanak di civînê de bal kişand ser koçberiya piştî êrîşên DAIŞ’ê yên destpê kirin û têkildarî xebatên xwe yên sê mehan de agahî da.

Kişanak diyar kir ku şaredariyên GABB’yê tevî rêveberiyên herêmî, saziyên sivîl, KCD, HDP, DBP xebateke mînak a alîkarî û piştevaniyê meşandine û da zanîn ku ew di çarçoveya derfetên xwe de ji bo Şengalî û Rojavayiyan seferber bûne.

Kişanak diyar kir ku ji bo zêdetirî 30 hezar Êzidiyên ji ber herêma Şengalê ji ber komkujiyê reviyan li Şirnex, Qilaban, Silopiya, Cizîr, Mêrdîn, Hezex, Nisêbîn, Qoser, Amed, Sêrt, Êlih û navçeyên wê herêmên jiyana hevpar ava kirine. Kişanak da zanîn ku hemû pêwîstiyên koçberan ji aliyê rêveberiyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û gelê herêmê ve hatine pêkanîn.

Kişanak ragihand ji bo zêdetirî 100 hezar kesên ku ji Kantona Kobanê ya Rojava neçar mane ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bibin, li herêmeke li ser sînorê Pirsûsê hatine bicihkirin û gelê li bajar navçe û gundên li herêmê deriyê malên xwe ji bo penaberan vekirine û wiha domand:

“Yekîtiya me di nava xebatên alîkariyê yên ji bo penabaran de ên ji aliyê saziyan ve tên meşandin de cih girtiye, li hemû kampan yek bi yek geriyaye, pêwîstî û hewcedariyên wan tesbît kirine û agahî bi cihên peywendîdar re parve kirine. Her wiha agahî der barê pêwîstiyan de bi saziyên neteweyî û navneteweyî re parve kirine.

PÊWÎSTIYÊN 103 HEZAR KOÇBERAN JI ALIYÊ HERÊMÊ VE TÊN PÊKANÎN

Kişanak destnîşan kir ku nêzî 150 hezar Kobanî û Şengalî koçberê bajarên herêmê bûne û got: “Ji van  7.506 ke li Amedê, 83.638 kes li Riha 4.846 kes Mêrdîn, 2.405 kes Êlih, 996 kes Sêrt, 4.371 kes li Şirnexê bi giştî 103.737 kes ji aliyê şaredariyê me û yekîtiya me ve li kampan û malên xizmên wan hatine bicihkirin. Ji van 19.813 kes Şengalî û 83.924 kes jî Rojavayî ne. 6.120 kes di kampên Pirsûs 1 û Pirsûs 2 yên AFAD’ê de û 2840 kes li kampa Midyad a AFAD’ê de hatine bicihkirin”.

EM BI DAHATEK KU DAHATA ME YA SALANE DERBAS DIKE RE RÛ BI RÛ NE

Kişanak ragihand ku ji destpêka koçberiyan heta îro, di  xebatên sê salan an şaredariyan de 36,4 trîlyon TL xerc kirine û 18 navendên komî yên jiyanî, 3.530 kom vedane, pêwîstiyên hewandin, xwarin û vexwarin, tendûristî, perwerde, desteka derûnî, ragihandin, gihiştin û paqijî hatine pêkanîn.

Kişanak ev agahî da: “Heta niha jî alîkariya ji bo kampên li şeş bajarên me hatine avakirin berdewam dike. Bûtçeya rojane ya sê danên xwarinê (103.737 kes x 8 TL/kes/roj=829.896,00 TL.)  ango trîlyonek.”

BANGA ALÎKARIYA LEZGÎN

Kişanak diyar kir ku li bajarên herêmê rêveberiyên herêmî hewl didin ku vê dram û krîzê çareser bikin û da zanîn ku hikûmet li hemberî van bûyeran bê deng mane û berpirsyariyê diavêje ser milê rêveberiyê herêmî. Kişanak bang li hemû saziyên navneteweyî û neteweyî kir ku alîkariyê bigihînin û pêwîstiyên penaberan wiha rêz kir:

“Bi awayekî lezgîn pêwîstiya penaberan bi konteyner, konên zivistanê, branda, betanî, nivîn, derman, amûrên medîkal, wesayîtên servîsê, aşxaneyên seyar û amûrên aşxaneyan, serşoyên seyyar û tûwalet, amûrên perwerdeyê, hemû pêwîstiyên jin û zarokan, cil û bergên zivistanê, ava germ, amûrên astengdaran, trafo û gelek pêwîstiyên din hene. Em bang li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî dikin ku ji bo jiholêrakirina mexdûriyet û trajediya sed û pêncî hezar penaberên li herêmê alîkarî bidin xebatên şaredariyên me yên li herêmê dimeşînin,”

MODELÊN DIKARIN BÊN PÊŞXISTIN

Kişanak piştî daxuyaniyê bersiv da pirsên rojnamevanan û bal kişand ku ev alîkariya tê dayin ne tenê ji bûtçeya şaredariyê tê dayin, alîkariya ji gel, esnaf, saziyên sivîl û rêxistinên sivîl jî li ser vê alîkariya ji bo penaberan tê zêdekirin. Kişanak ragihand ku ev mirov bi drameke mezin re rû bi rû ne û got ku şaredariyên wan nikarin vê trajediyê piştguh bikin.

Kişanak bersiv da pirsek der barê alîkariyên hikûmetê de û got: “Barê beşeke mezin a penaberên ji Sûriyeyê tên li ser milê hikûmetê ye. Tirkiye her carê dibêje ku alîkariya navneteweyî nagire. Pêdiviyên milyonek û nîv pêk bîne. Alîkarîdayîna 104 hezar penaberan ji bo hikûmet û AFAD’ê ne  gelek zor e. Em nabêjin bila hikûmet her tiştî bike, bila beşek a van pêwîstiyan pêk bîne. Divê em bi hev re modelên xebatê pêş bixin.”

ANLI: DIXWAZIN CIVAKÊ TÊXIN NAVA PSÎKOLOJIYA SALÊN 90’AN

Kişanak bersiv da pirsên der barê êrîşên çekdarî yên li dijî polîs û leşkeran de û diyar kir ku ew ji bo van bûyeran xemgîn in û ji bo kesên jiyana xwe dane sersaxî xwest. Piştre Hevşaredarê Amedê Firat Anli axivî û bal kişand ku dixwazin gelê herêmê têxin nava psîkolojiya salên 1990’an û got ku divê her kes bi awayekî asayî jiyana xwe bidomîne û daxwaz û nerazîbûnên bi awayekî demokratîk nîşan bidin.